*Endama DER-MEZê derûnnas Berna Nazlier li ser derûniya welatî û ciwanên Amedê nirxandin kir û ev tişt vegot: “Hebûna astengiyan li hemberî veguhastina wan a di navbera nifşan de dikare erozyona nirxan jî bi xwe re bîne. Em dibînin êdî ev nirx di civakê de zêde nayên parastin û ew rewş rizîbûna civakî derdixîne holê.”
*Endam û rêveberên saziyên civakî yên Amedê têkildarî serlêdanên ji bo hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine kirin, anîn zîman ku dema hemû sazî û dezgeh biçin bi Ocalan re hevdîtinan bikin dê gumanên civakê û her kesên derheqê pêvajoyê de hebin jî dê holê rabin.
*Saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li Wanê, dê li dijî angaşta îşkenceyê ya li girtîgeha Wanê, li ber Girtîgeha Tîpa F ya Wanê daxuyaniyê bidin. (15.00)
*Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û DEM Partî bi dirûşmeya “Em ji pêşerojo xwe xwedî derdikevin” li dijî tiryak, çete û fihûşê li Qada Sûltanbeyliyê ya Stenbolê daxuyanî bidin. (18.30)
Kirmanckî:
Bernameya Hemsereka DBP Çigdem Kiliçgun Uçare yê Çewlîgî de çapenîya cayîye (11,00) de ara kerdiş, serdayîna sazîyan (14,00) ra dima qezaya Xorxolî de kombîyayîşê şarî. (18,00)












