* Kedkarê medya dîjîtal ê KOM Muzîkê Mehmet Arşîmet bal kişand ser girîngiya parastina muzîk û çanda Kurdî û wiha got: Divê huner jî hunermend jî di bazara piyasayê de heps nebin.”
* Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan têkildarî qanûna çarçoveyî û polîtîkayên qeyim anî ziman ku girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyiman jî ji holê rabin û got: “Dewletê di mijarên înkar, îmha û bişaftinê de paş ve gav avêt û ev yek bi têkoşîna birêz Ocalan, ciwanan, jinan, miletê Kurd hate vê astê.”
* Platforma Şaxên KESKê ya Wanê dê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê bi navê “Di Roja Me ya Îro De Komûn” panelekê li dar bixe. (12:00-17:00)
* Yekemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Geverê dê li gundê Memkanê dest pê bike. (12:00-24:00)
* TJA, MEBYA-DER û TUHAY-DER ên li Stenbolê dê têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li navçeyên Sancaktepe û Kagitxaneyê civîn li dar bixin. (16:00)
* Alîgirên Amedsporê dê di çarçoveya pêngava “Rabin” ya Platforma Şiyar Be daye destpêkirin de li ser rêya stadyûmê ya navçeya Peyasê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê meşekê li dar bixin. (18:00)
* Di pêşengtiya Platforma Şiyar Be de bi dirûşma “Destûrê nede hişbir û fihûşê, xwedî li taxa xwe û bajarê xwe derkeve” dê li Taxa Macera ya navçeya Erxeniyê daxuyanî bê dayîn. (20:00)
* Lîga Superê ya Trendyolê ya sezona 2026-2027an dest pê kir. Amedspor dê di hefteyê 1emîn a lîgê de îro li Stada Tahîr Elçî ya Amedê bi Erziromsporê re were pêşberî hev. (21:30)
Kirmanckî
* Tornê şaîr Mursayê Silêmanî Îsmail Otekivilcim, Swed de ciwîyeno her serre yeno dewa kalikê xo kela ya ke girêdayê Dêrsimî ya û raya ey rameno û wina vano: “Kalikê mi şaîrê Dêrsimî yo hîna doman bîyo domur girewto destê xo kilamî vatê, dej û heşîrîye welatî ser o xeylê kilamê xo est ê.”











