*Yek ji şahidê çalakiya 15ê Tebaxê ku li navçeya Dihê ya Sêrtê pêk hat Mehmet Saît Dayanan diyar kir ku ev pêvajoya heyî bi saya çalakiya 15ê Tebaxê ye û wiha got: “Divê em vê dîrokê ji zarokên xwe re jî bêjin da ku ew jî zanibin û ji bîr nekin.”
*Cewad Merwanî destnîşan kir ku heya niha di bin banê TEV-ÇANDê de derdora 45 hezar stran hatine komkirin û wiha got: “Me heya niha 4 hezar stran deşîfre kir, nota kir, nivîsî û ji talanê, ji hundirê wê valakirinê rizgar kir.”
*Endama Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Ermîş Keskîn derbarê qonaxa nû ya pêvajoyê de axivî û diyar kir ku ev pêvajo hem ji bo gelan hem jî ji bo Komara Tirkiyeyê gaveke dîrokî ya guhertinê ye û ev tişt anî ziman: “Êdî dem dema gelan e ku bi xwe bikevin nav siyasetê û barê têkoşînê bidin li ser milê xwe.”
*Welatiyên Stenbolî li ser pêvajoyê û Qanûna Çarcoveyê axivîn û wiha gotin: “Heta Serokê me neyê berdan deriya girtîgehan venabe û em ji dewletê bawer nakin. Daxwaza tevahî gelê Kurd yek e ew jî azadiya Serok Abdullah Ocalan e.”
*Endamê şaxa OHDê yê Enqereyê Dogan Şenses bi lêv kir ku piştî qanûn ket meriyetê ji bo rêveberina qanûn divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin û wiha got: “Heke statuya birêz Ocalan were zelalkirin dê pêşiya çareseriyê jî veke.”
*Hevseroka TUAY-DERa Amedê Emîne Kaya derbarê qanûna çarçoveyî û rewşa girtiyên nexweş de axivî û diyar kir ku derxistina yasayan tenê têr nake û wiha got: “Heta ku di hişmendiya civak û rayedaran de guhertin pêk neyê, pirsgirêk çareser nabin. Ji guhertinên qanûnî bêtir, pêwîstiya me bi şoreşa hişmendiyê heye.”
*Şaxên ÎHDê yên Amed û Êlihê û xizmên windayan dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” ku her hefte li dar dixin, dê bidomînin. (12:00)
*Çalakiya Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1116emîn de li Qada Galatasarayê bidome. (12.00)
*751emîn “Rûniştina F” ku ji aliyê Komîsyona Girtîgehan a ÎHDa Stenbol ve her hefte ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş tê lidarxistin, dê li ber avahiya komeleyê ya li Beyogluyê bê lidarxistin. (13:30)
*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) ya Êlihê dê 4emîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşmeya “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” li Petrol Îşê ya li Taxa Akyurekê ya Êlihê li dar bixe. (14:00)
*Rêxistina DEM Partiyê ya Aydinê, dê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan re kongreya xwe ya sêyemîn a asayî li Salona Dawetê ya Ovaeymîrê li dar bixe (14.00)
*Di pêşengtiya MEBYA-DER û TUAYDER ên Amedê dê li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dê li Çand Amedê civîn were lidarxistin (18.00)












