• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

Îzmîr / AW

14 TEBAX 2026 - 22:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di şahiya ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Îzmîrê ve hat lidarxistin de Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk axivî û got: “Ji bo em karibin hemû daxwazên xwe bi cih bînin, biaxivin û ji bo azadiya gelê kurd bi desthilatdariyê an jî bi giştî bi dewletê re gavên nû biavêjin, divê em têkoşîna xwe hîn mezintir û xurtir bikin.”

Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê, bi şîara “Ji vejîna gavekê, ber bi azadiya hezar gavan ve” bi boneya salvegera pêngava 15’ê Tebaxê şahiyek gel lidarxist. Şahî li Kadifekale Sur Içî pêk hat û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên bajêr û navçeyan ên DEM Partiyê, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sönük û gelek welatî beşdarî şahiyê bûn.

‘Di 15’ê Tebaxê de li dijî înkarkirina kurdan gavek hat avêtin’

Şahî bi coşeke mezin bi govendê dest pê kir. Di şahiyê de yekem car Dayika Aştiyê Peyruze Kurt axivî. Peyruze Kurt diyar kir ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de li dijî înkarkirina hebûna kurdan û gelên bindest gavek hatiye avêtin û got: “Em ê heta dawiya jiyana xwe li ser rêya nemirên xwe bimeşin. Şehîdên me, rûmeta gelê me ne. Ji bo gelên bindest, li dijî zilmê bedelên mezin hatin dayîn. Roja vejîna hemû girtiyên me yên li zindanan, ya Birêz Ocalan û ya hemû gelên bindest pîroz be. Weke ku Rêberê me jî dibêje, ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’.”

‘Ev pêvajo bi Rêber Abdullah Ocalan re wê bi azadiya gelê kurd tacîdar bibe’

Pişt re Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk axivî. Sonuk anî ziman ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê û wiha got: “Bê guman ev pêvajo bi hewl û pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye û wê bi hewlên wî dewam bike. Gelê kurd û hemû beşên civakê, gelê Rojhilata Navîn jî bawer dike ku ev pêvajo bi Rêber Abdullah Ocalan re wê bi azadiya gelê kurd tacîdar bibe. Bê guman dema em îro vê pêvajoyê dinirxînin; di vê rêya ku hatiye vekirin û destpêkirin de, ked û keda zarokên gelê kurd, ked û keda hemû şervanên şoreşa Kurdistanê û keda gelê me yê bi salan li ber xwe dide, bingehê vê dozê ne û em deyndarê wan in. Em careke din di vê pîrozbahiyê de deyndariya xwe tînin ziman û dibêjin; heta em hebin em ê şopdarên vê fedakariyê bin, em ê şopdarên keda şervanên xwe bin. Ev meseleya ku îro li Tirkiyeyê deng vedaye, dîsa bi hewldana gelê kurd û hemû beşên ku di dîrokê de cihê xwe li kêleka aştiyê girtine, bi qanûnên di parlementoyê de pêk hatiye.

‘Em ê têkoşîna xwe li ser xeta Abdullah Ocalan bimeşînin’

Gulistan Sonuk bal kişand ser kêmasiyên qanûna çarçoveyê û wiha domand: “Tevî vê yekê jî ev qanûn girîng in û bi têkoşîneke xurtir, bi perspektîveke berfirehtir ev qanûn derî li çareseriya demokratîk û azadiya gelê kurd vedike. Bê guman em nafikirin ku bi derketina van qanûnan re her tişt qediya ye. Berevajî, weke gelê kurd ev pêvajoyeke ku zehmetiyên wê dihatin jiyîn bû, ji ber vê yekê ji bo em karibin hemû daxwazên xwe bi cih bînin, biaxivin û ji bo azadiya gelê kurd bi desthilatdariyê an jî bi giştî bi dewletê re gavên nû biavêjin, divê em têkoşîna xwe hîn mezintir û xurtir bikin. Rêbertiyê navê vê pêvajoyê danî: Pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk. Bê guman aştî bi hêsanî çênabe, mirov bi hezar û yek zehmetiyan, bedelan û pevçûnan re rû bi rû dimîne, lê avakirina civakeke demokratîk vê yekê hewce dike. Em jî dê her dem têkoşîna xwe li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan bimeşînin. Lê weke gelê kurd em ê di her qada ku em lê dijîn, di her bajêr, her kolan û her malê de bibin xizmetkarê vê pêvajoyê, bibin xizmetkarê civaka demokratîk. Ger em dixwazin civakeke azad û demokratîk ava bikin, li ku derê kêmasiyek hebe, em ê çareseriyê û avakirinê ji nû ve bidin destpêkirin. Ji ber vê yekê em 24 saetên xwe pêşkêşî vê pêvajoyê dikin; çimkî kesî nirxê ziman, têkoşîn û azadiyê bi tepsiyeke zêrîn pêşkêşî me nekir.”

‘Tu destkeftî bi hêsanî nehatine bidestxistin’

Gulistan Sonuk diyar kir ku tu gel bêyî têkoşînê nikare azadiya xwe bi dest bixe û got: “Weke gelê kurd em şahidê dîroka nêz in û di dîrokê de dibînin ku tu destkeftî bi hêsanî nehatine bidestxistin. Lewma zehmet e, lê nêzîk e; nexasim du sal berê kesî xeyal nedikir ku li rojavayê Tirkiyeyê ev gav werin avêtin. Çima? Çimkî perspektîfa azadiya kurd û Kurdistanê li vê erdnîgariyê ne perspektîfek nû ye, ne perspektîfek e ku îro derketiye holê; ev perspektîf sed sal berê bi damezrandina komarê re bi înkarkirina kurdan, bi awayekî hiqûqî derxistina derve û di bin zextê de girtina kurdbûnê re dest pê kir. Lê di vê qonaxa ku em îro hatine de, em behsa keda gelê kurd, fedakariya gelê kurd û pêşengiya Rêber Ocalan dikin.”

Piştî axaftinan Koma Gulbay û hunermend Hogir Mîran derketin ser dikê. Ciwanên ku bi stranan govend gerandin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Polîsan hewl dan vekirina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan asteng bikin. Tevî astengiyan jî ciwanan bi coşeke mezin li govenda xwe dewam kirin.

Şahî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Etîket: 15ê Tebaxeİzmirşahî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

3 ÎLON 2026
ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

22 TEBAX 2026
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne