Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mithat Sancar pêktên piştî hevdîtina bi Serokkomar Erdogan re daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin ku wan tekildarî qanûna çarçoveyî pêşniyarên xwe kirine.
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, bi Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan re li qesra Serokkomariyê li ser qanûna çarçoveyî civiya. Cigirê Serokê Giştî yê AKPê Efkan Ala û Serokê MÎTê İbrahim Kalin jî di hevdîtinê de cih girtin. Hevdîtin seateke û nîvê domkir.
Piştî daxuyaniyê heyetê daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî wiha ye: “Îro, me li Beştepeyê bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û şandeya wî re civînek berhemdar li dar xist.
Me bi Serokkomar Erdogan re li ser pêşketinên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dan û standin kir. Di civînê de, hate tekez kirin ku qanûna çarçoveyî di Meclîsa Mezin a Neteweyî de bi 467 dengan hate pejirandin. Girîngiya qonaxa niha ya pêvajoyê û gavên ku divê werin avêtin bi hev re hatin nirxandin.
Tê tekez kirin ku vekirina deriyên serdemekê ku tê de demokrasî û qada siyasî bi vê qanûnê dê werin xurt kirin ji bo hemû welatiyên me û welatê me girîngiyek mezin e. Di civînê de îradeya hevpar a berdewamkirina pêvajoyê bi biryardarî hate piştrastkirin.Hewldanên me dê berdewam bikin da ku pêvajo ber bi aştî û demokrasiyê ve biçe.
Em spasiya xwe ji hemû partîyên siyasî û beşên civakê re dikin ku heta niha bi piştgirî, pêşniyar, hişyarî û rexneyên xwe piştgiriya pêvajoyê kirine.”













