Di pêşengtiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de di çarçoveya pêngava “RABINê” ya ku hatiye destpêkirin de bi armanca li dijî bikaranîna hişbirê hişmendiyeke civakî çêbibe li Taxa Dîcleyê ya navçeya Bismilê meşek hate lidarxistin.
Di pêşengtiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de di çarçoveya pêngava “RABINê” ya ku Platforma Şiyar Beyê daye destpêkirin de bi armanca li dijî bikaranîna madeyên hişbirê, fihûşê, çetebûnê hişmendiyeke civakî çêbibe li Taxa Dîcleyê ya navçeya Bismilê meşek hate lidarxistin. Rêxistinên DBPê û DEM Partiyê yên navçeyê, Hevşaredarên Bismilê Mîzgîn Ekîn û Guven Tanrikûlû, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û Meclisa Şaredariyê di nav de gelek kes beşdarî meşe bûn. Di meşe de dirûşmên “Bismil ranekeve li ciwanên xwe xwedî derkeve” , “Bijî berxwedana ciwanan” , “Xwedî li pêşeroja xwe derkeve” û “Li dijî fihûşê bêje na” hatin berzkirin.
Piştî meşê Rêxistinên DBPê û DEM Partiyê yên navçeyê li pêşiya konê ku li Parka Vedat Aydin hatibû vedan, daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Bismilê Cemîl Tekinoz ê ku daxuyaniya çapemeniyê xwend, wiha got: ‘’Li navçeya xwe em ê li dijî hişbir, çetebûn, fihûş û bêesilbûnê bisekinin. Ev axa qedîm bi her cure dek û dolabên desthilatdarên mêtinger re rû bi rû dimîne. Em wan dek û dolabên ku di şexsê gelê me de li dijî ciwanên me yên ku garantiya siberoja me ne tên meşandin, dizanin. Em soz didin ku ciwanên xwe ji van dek û dolabên mîna fihûş û hişbirê ku civakê jehrî dikin û malbatê parçe dikin, rizgar bikin.”
Piştre Hevseroka DBPê ya Bismilê Nerîman Bakir axivî û wiha bang li gelê Bismilê kir: “Naxwazin ciwanên me hişyar bibin. Em neçar in ku zarokên xwe ji fuhûş, hişbir û tiştên xirab biparêzin. Li vir wekî politîkayeke zanebûn xwestin ku ciwanên me bibin xwedî kiryarên xirab. Lê nizanin ku têkoşîna me wê her dem û li her derê berdewam bike. Em bang li dayîkan dikin ku em dest bidin hevdû xwedî li ciwanên xwe derkevin. Em soz didin ku em ê ciwanên xwe biparêzin.’’
Hate ragihandin ku dê li taxa Dîcleyê ji bo sê rojan çalakiya nobetê bê lidarxistin.


















