* Yek ji malbatên windakiriyan Îhsan Acar ê her hefteyê li Amedê çalakiya xwe didomîne têkildarî pêvajoya tê meşandin destnîşan kir ku aştî û yekîtî ji Qada Koşûyolûyê derbas dibe û wiha got: “Em dibêjin werin, em vê aştiyê û pêvajoyê bi hev re li ser bixin.”
* Dayika Huseyîn Arslan (Akîf Botan) Hîkmet Arslan diyar kir ku kurê wê ji şehadeta Mehmet Şîrîn Cebe (Akîf Botan) bandor bû û wiha got: “Mehmet Şîrîn Cebe (Akîf Botan) di sala 2013an de li Nisêbînê şehîd ket. Huseyîn jî bû şahîdê wê rojê û ji berxwedana Mehmet Şîrîn Cebe gelek bandor bû. Ji ber wê navê Akîf Botan li xwe kir û tev li partiyê bû.”
* Nûnerên saziyên sivil yên Wanê yên têkildarî qanûna çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ axaftine, bal kişandin ser giringiya qanûnê û gotin: “Dawiya şer tune ye û 100 sal jî derbas bibin dawiya vî şerî dê her bibe aştî. Lewma divê ev pêvajo bi ser keve.”
* Şaredariya Rezanê bi tevlibûna hevşaredaran re dê li herêma Dortyolê ya navçeya Rezanê, bi daxuyaniyekê kampanyaya “Keda kolektîf dê bi paqijiyê dest pê bike” bide destpêkirin. (10:00)
* Serokê EMEPê yê Giştî Seyît Aslan dê têkildarî “Qanûna Çarçoveyî” ya ji meclisê derbas bûye, li avahiyê Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê, daxuyaniyê çapemeniyê li dar bixe. (11:00)
* Gerok Ma dê di çarçoveya xebatên pêngava “Rabin” a Platforma Şiyar Be de li Parka Korhat a navçeya Rezanê ji bo zarokan kargehekê li dar bixe. (17:00)
* Komeleya Kanîreşê ya navçeya Bayrakli ya Îzmîrê dê li dijî santralên jeotermal (JES) li avahiyê xwe daxuyanî bide (19:00)
Kirmackî
* DÊRSİM— Endama Federasyonê Yewîneyanê Elewîyan ê Fransa, Ocaxa Dervîş Cemalî ra Fîraz Yalvaç, zîyara pîroze ya Munzur Babayî de derheqê bawerî, ziwan, nasnema û kulturî de qisey kerd û vat: “Pawitişê nasnameyî pawitişê ziwan û zîyaranê pîrozî ra derbaz beno.”
* Merdimanê vîndîbîyayan ra Îhsan Acar o ke her hewte Amed de tewrê çalakîya seba aqûbeta vîndîbîyayan yena viraştene beno, derheqê prosesî de dîyar kerd ke aştî û yewîye Meydanê Koşûyolû ra derbaz bena û wina vat: “Ma vanê bêrê ma pîya nê prosesê aştî biresnê ser kewtene.”












