• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Qanûna çarçoveyî dê bibe destpêka veguherîna demokratîk’

Omer DEMÎR

10 TEBAX 2026 - 08:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar têkildarî qanûna çarçoveyî diyar kir ku dewlet bi sedsalan e xwe neguherand, ji bo hebûna xwe biparêze bi salan e polîtîkayên yekperestî meşand û wiha got: “Qanûna çarçoveyî dê bibe destpêka veguherîna demokratîk û deriyê pêvajoyekî nû veke.”

Ev nêzî du sal in li Tirkiyeyê Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibata 2025an de hatibû destpêkirin, berdewam dike. Di pêvajoyê de gavên dîrokî tên avêtin. Herî dawî girêdayî pêvajoyê di 5ê Tebaxê de ‘Qanûna Çarçoveyê’ ya bi 12 xalan pêk tê, ji meclisê re hat şandin û 8ê mehê di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de derbas bûbû.

Derbarê qanûna çarçoveyî de Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar ji ajansa me re axivî.

‘Qanûna çarçoveyî dê bibe destpêka veguherîna demokratîk’

Arîfe Çinar anî ziman ku pirsgirêka Kurd cara yekem e tê zemîna hiqûqê û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê bi salan e polîtîkayên yekperestî hene, bi vê pêvajoyê re ev yekperestî tê niqaşkirin û di nava civakê de dê guhertin dest pê bike. Qanûna çarçoveyî dê bibe destpêka veguherîna demokratîk û deriyê pêvajoyekî nû veke. Lê divê ev destpêk berdewam bike.”

‘Di qanûnan de kêmasî hene’

Arîfe Çinar destnîşan kir ku ev cara yekem e ku pirsgirêka Kurd ji zemîna negatif derbasî zemîna pozîtîf dibe û wiha berdewam kir: “Lê di qanûna çarçoveyî de kêmasî hene, ev kêmasî ji holê bê rakirin civak jî dê xwedî pêvajoyê derkeve. Zimanê qanûnê hê jî ser teror û sûcdariyê hatiye sazkirin. Statûya birêz Abdullah Ocalan nehatiye tarîfkirin, statûya sermuzekarevan hê jî nehatiye diyarkirin. Dewlet bi sedsalan e xwe neguherand, ji bo hebûna xwe biparêze bi salan polîtîkayên yekperestiyê meşand. Çareseriya bingehîn a pirsgirêkê; hemwelatîbûyîn û di baweriyê de wekhevî ye, divê ev daxwaz pêk werin ev ê jî dê bi guherandina zagonan pêk were. Divê tevlibûna derdorên cuda yên civakê, jin, ciwan, kedkar, civaka sivîl, akademî û qada hiqûqê ya pêvajoyê pêk were. Divê gav bên avêtin û heqîqet, rûbirûmayîn û edalet pêk were.”

‘Aştî mijara civakê ye, aştiya civak lê xwedî dernekeve mayînde nabe’

Di dawiya axaftina xwe de Arîfe Çinar bi bîr xist ku ew wekî DEM Partî ji bo gel tev li pêvajoye bibe û qanûna çarçoveyî baş were fêmkirin, dixebitin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wekî DEM Partî bi gelên Kurd û Tirk û derdorên cuda re tên gel hev û civînan li dar dixin. Ew civîn jî ji bo civakbûyîna pêvajo û aştî pêk tê û ji bo pêşerojê jî. Em plansaziya xwe dikin. Aştî mijara civakê ye, aştiya civak lê xwedî dernekeve mayînde nabe.”

Etîket: Arîfe ÇinarPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkqanûna çarçoveyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kurtulmuş: Komîsyona Çavdêriyê dê di demek nêz de dest bi kar bike

Kurtulmuş: Komîsyona Çavdêriyê dê di demek nêz de dest bi kar bike

19 MIJDAR 2026
Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

18 MIJDAR 2026
Muhîttîn Altin: Eger girtiyên azadiyê neyên berdan wê çareserî çawa pêk were?

Muhîttîn Altin: Eger girtiyên azadiyê neyên berdan wê çareserî çawa pêk were?

16 MIJDAR 2026
Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

14 MIJDAR 2026
Erhan Çîftçîler: Divê beriya her tiştî ziman û hişmendî bê guhertin

Erhan Çîftçîler: Divê beriya her tiştî ziman û hişmendî bê guhertin

8 MIJDAR 2026
‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

5 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne