• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Demîrtaş û Mizrakli: Pêvajo bazareke erzan nîn e

Navenda Nûçeyan

9 TEBAX 2026 - 17:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Siyasetmedarên girtî Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli di peyama hevpar a derbarê qanûna çarçoveyê de diyar kirin ku ew piştgirî didin pêvajoyê û wiha gotin: “Ev ne pêvajoyeke dabeşkirin an jî dayîn û standinê ya li ser bazarekî erzan e.”

Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Berê yê Bajarê Mezin a Amedê ku şûna wî qeyim hatibû tayînkirin Selçuk Mizrakli derbarê hevdîtinên Qanûna Çarçoveyî de peyamek ji Lîjneya Giştî ya Meclîsê re şandin.

Peyama wan bi vî rengî ye:

“Birêz Serok, Birêz Serokên Giştî, Birêz Parlamenter,

Em we cuda cuda bi hemû samîmiyeta xwe silav dikin û hurmetên xwe pêşkêş dikin.

Hêvîdar in hûn ê gaveke din a krîtîk ku xwedî potansiyela guhertina bi koka a çarenûsa welatê me û herêmê me ye û pir girîng e, bi hev re bixin meriyetê.

Bêguman wê nîqaş, rexne û pêşniyar hebin; her yek ji wan hêja ye û tevkarî dide. Lê em dixwazin bê zanîn ku em bi hemû dil, samîmîyet û ciddiyeta xwe ji bo ku aramî û xwişk-biratiya 86 milyon kesan xurt û mezin bikin, di nava vê pêvajoyê de cih girt û bi hemû hêza xwe piştgirî da.

Ev ne pêvajoyeke dabeşkirin an jî dayîn û standinê ya li ser bazarekî erzan e.

Divê tu kes di bin hewldanên hêja de hesabên veşartî û planên qirêj negere û dem nexwe. Aliyên ku bi guman nêz dibin, bila bi qasî ku dixwazin rexne li vê pêvajoyê bikin, lê wê ji xeynî daxwaza me ya hembêzkirina hev û hesta bi Kurd û Tirk re bûyîna Tirkiye tiştekî din nebînin.

Di encama pevçûna 40 salî de, hema hema kes nema ku dilê wê ne birîndar be. Em neçar in ku bi dilpakî pêvajoyê pêşve bibin, êşên xwe parve bikin û mil bi mil ber bi pêşerojê ve bimeşin.

Parlamenterên hêja,

Em hêvî dikin ku her dengê ku hûn bikar bînin aştî, yekitî û xwişk-biratiya me xurt bike û rexne û hişyariyên xwe li ser bingeke çêker diyar bikin. Em hêvî dikin ku ev gava ku em bawer dikin ji bo me hemûyan bibe xêr, di siyasetê de deriyên nû veke û qencî, hevkarî û gihîştîbûnê bide qezenckirin.

Bi vê wesîleyê em spasiya Birêz Serokkomar û Devlet Bahçelî ku di destpêkirin û meşandina pêvajoyeke zehmet de îradeya siyasî bi xurt nîşan da, bi taybet spasiya Birêz Abdullah Ocalan dikin ku ji bo aştiyê hewldanake mezin da.

Cuda cuda spasiya Birêz Numan Kurtulmuş, Ozgur Ozel, Mahmut Arikan, Alî Babacan, Ahmet Davutoglu, Erkan Baş, Seyît Aslan, Kemal Kiliçdaroglu û Zekeriya Yapicioglu dikin ku ji bo xwedîderketin û bi tendurist rêveçûna pêvajoyê tevkarî kirin.

Em spasiya Birêz Musavat Dervîşoglu û Fatîh Erbakan dikin ku bi rexneyên xwe yên neyînî her çiqas ne rasterast jî be tevkarî li pêvajoyê kirin.

Bêguman em spasiya hevalên xwe yên ji DEM Partiyê, Hevserokêm me yên Giştî Birêz Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari û endamên xwe yên Heyeta Îmraliyê dikin ku bi fedakariyên mezin bûn hêza pêvajoyê, bi vê wesîleyê hevalê xwe Sirri Sureyya Onder jî bi rehmet û minetdarî bi bîr tînin û silav û rêzên xwe yên germ ji hemû parlamenteran re dişînin.”

Etîket: selahattin demirtaşSelçuk Mizrakli
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwînerên Demîrtaş: Em dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe

Xwînerên Demîrtaş: Em dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe

4 COTMEH 2026
Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

19 ÎLON 2026
Selçûk Mizrakli li Amedê serdana goristanan kir

Selçûk Mizrakli li Amedê serdana goristanan kir

9 ÎLON 2026
Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

Selçûk Mizrakli: Divê Ocalan, Demîrtaş û hemû girtî bên berdan

8 ÎLON 2026
Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

8 ÎLON 2026
Girseyek qerebalix li benda tehliyeya Selçûk Mizrakli ye

Girseyek qerebalix li benda tehliyeya Selçûk Mizrakli ye

8 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne