Hunermend Serdar Canan di konsera 58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê de hunermendê navdar Aram Tîgran bi stranan bi bîr anî.
58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê di roja xwe ya dawî de didome. Her roj qada mîhrîcanê ya li kêleka behra Wanê çalakiyên cihêreng tên lidarxistin. Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê ya duh de hunermend Serdar Canan û Ardeshir Kamkar Ensemble derketin ser dike û welatî muzîk mest kirin.
Hunermend Serdar Canan berî dest bi stranên xwe bike hunermendê navdar Aram Tîgran ê 8ê Tebaxa sala 2009an de jiyana xwe ji dest daye bi bîr anî û got: “Îro 8ê Tebaxê ye, roja ku Aram Tîgran koç kir. Ji ber vê yekê, ez vê stranê diyarî hunermendê gewre û mezin Aram Tîgran dikim.”
Konser û şahî heya derengiya şevê dom kirin.













