• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

Stenbol / AW

8 TEBAX 2026 - 13:08
Kategorî: ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1115emîn de li aqûbeta Suleyman Cîhan ê ku beriya 45 salan di 29ê Tîrmeha 1981an de hatibû binçavkirin û piştre hatibû kuştin, pirsîn û wiha gotin: “Çîroka Suleyman mekanîzmaya bêcezahiştinê nîşan dide. Bêyî heqîqetê aştiya mayinde pêk nayê.”

Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1115emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneya windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê li aqûbeta Suleyman Cîhan ê ku beriya 45 salan di 29ê Tîrmeha 1981an de hatibû binçavkirin û piştre hatibû kuştin, hate pirsîn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Dayika Şemiyê Sebla Arcan ve hate xwendin.

‘Astengiyên li pêşiya darizandina berpirsiyaran werin rakirin’

Sebla Arcan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qanûna çarçoveyî ku 5ê tebaxê pêşkêşî meclisê hatibû kirin û wiha got: “Em hêvî dikin ev qanûn her çiqas kêmasiyên wê jî hebe bila gavê yekemîn a normalbûyîna Tirkiyeyê bibe. Lê em dîsa tînin ziman ku pêvajoya demokratîkbûyînê ne tenê bi kesên çekberdan re sînordar nemîne. Tevahî mînakên cîhanê jî nîşan dide ku rû bi rû mayina paşêrojê pêk neyê aştiya mayinde jî pêk nayê. Wekî xizmên windayan daxwazên me ew in; bila komîsyona heqîqetê were avakirin. Zanîna heqîqetê di bin qanûnê de were parastin. Divê dawiya bêcezahiştinê were. Arşîvên dewletê werin vekirin. Astengiyên li pêşiya darizandina berpirsiyaran werin rakirin.”

‘Çîroka Suleyman mekanîzmaya bêcezahiştinê nîşan dide’

Sebla Arcan anî ziman ku di hefteya 1115emîn de ji bo Suleyman Cîhan ê ku beriya 45 salan hatiye windakirin hatin gel hev û wiha got: “Suleyman Cîhan bavê du zarokan bû. Hem mamostetî dikir hem jî xwendekar bû. Piştî derbeya 12yê Îlonê derbarê wî de biryara lêgerîna hatibû destpêkirin. Di 29ê Tîrmeha 1981an de dema ku diçû Stenbolê ji aliyê polîsên sivîl ve hate binçavkirin. Lê polîsan ji malbatê re got Suleyman nehatiye binçavkirin, kesên ku di binçav de Suleyman dîtine bi malbatê re serlêdan kirin. Piştî zextên malbatê Emniyeta polîsan daxuyanî da û diyar kir ku Suleyman di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest daye, lê ev nehat tespîtkirin paşê jî çîrokek din hate parvekirin û hat gotin Suleyman xwe avahiyê avêtiye. Lê di otopsiyê de derket ku Suleyman Cîhan beriya ku avahiyê hatiye avêtin jiyana xwe ji dest daye. Rastî piştî 85 rojan derket holê. Piştî Suleyman Cîhan hatiye binçavkirin îşkence lê hatiye kirin û paşê hatiye kuştin. Piştî Suleyman Cîhan hatiye kuştin bedena wî di gorê bêkesan de hatiye veşartin. Malbata Suleyman Cîhan bi salan têkoşiya û derxist holê ku Suleyman Cîhan hatiye kuştin lê tevahî van jî dosta hate girtin. Çîroka Suleyman mekanîzmaya bêcezahiştinê nîşan dide. Ji bo wê em dixwazin pêvajoya çareserî û demokratîkbûyîn rû bi rû mayina paşêrojê, derxistina heqîqetê û pêkanîna edaletê pêk were, ji ber ku bêyî heqîqetê edalet, bêyî heqîqetê jî aştiya mayinde nabe.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.

Etîket: Dayikên ŞemiyeMirovên Şemiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026
Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî Qada Galatasarayê

Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Qada Galatasarayê

27 TÎRMEH 2026
1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

11 TÎRMEH 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

27 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne