Rejîma Îranê carek din bi dronên xwekuj êrişî ser baregeha Komela Zehmetkêşên Kurdistan a li sînorê Silêmaniyê kir.
Vê sibehê rejîma Îranê bi dronên xwekuj êrişî ser baregeha Komela Zehmetkêşên Kurdistan a li sînorê Silêmaniyê kir. Derbarê mijarê de Endamê Komîteya Navendî ya Komela Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Hisên Pena ev tişt vegot: “Vê sibehê rejîma Îranê êrişek berfireh a bi dronan li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêk anî. Di çarçoveya van êrişan de baregeh û navendên partiya me jî hatin hedefgirtin.”
Emced Hisên eşkere kir ku xaniyê yek ji endamên mekteba siyasî ya partiya wan a li Bangewre a li nêzî Zirguwêz jî hatiye hedefgirtin û diyar kir ku tu ziyanek canî negihiştiye endamên partiya wan.
Li gor amarên dawî ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ya ji meha Sibata 2026an ve, heta niha rejîma Îranê zêdetirî 960 caran bi mûşek û dronan êrişî Başûrê Kurdistanê kiriye. Di encama van êrişan de zêdetirî 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 160 kes jî birîndar bûne.













