• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

Wan / AW

8 TEBAX 2026 - 09:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnameger Denîz Firat 12 sal berê di êrişeke DAIŞê de jiyana xwe ji dest da. Ew di hemû demên zor û zehmet de bû dengê jinan û civakê û bi kamereya xwe gelek bûyerên girîng di nava rûpelên dîrokê de qeyd kir.

Çapemeniya Azad ku ji roja destpêkê ve rastî her cure êriş û sansurê tê, bi bedelên mezin heta îro jî kar û xebatên xwe didomîne. Helbet ev hêz û israra Çapemeniya Azad bi fedekariya rojnamegerên Kurd ên bi canê xwe têkoşîna azadiyê meşandine heta îro hat. Rojnamegerên Kurd ên fikriyata Çapemeniya Azad diparêzin, niha jî tevî hemû zor, zehmetî û zextên desthilatan jî li Kurdistan û Rojhilata Navîn dibin şopdarên heqîqetê. Yek ji van rojnamegeran Denîz Firat a ku di 8ê Tebaxa 2014an de di êrîşa DAIŞê ya li ser herêma Qereçoxê ya Kampa Mexmûrê de jiyana xwe ji dest dabû ye. Denîz Firat a ku di kevneşopiya têkoşîna rojnamegeriya jinên Kurd de cihekî girîng digire, rêwiyeke têkoşîna azadiyê jî bû.

Di temeneke biçûk de bû şahida siyaseta înkarê

Denîz Firat di sala 1984an de li gundê Xecê Xatûn a bi ser navçeya Ebexa Wanê hatiye dinê. Ew di temenê xwe biçûktiyê de bû şahida zextên dewletê yên li ser malbata wê û zaroktiya wê bi koçberiyê derbas bû. Malbata wê welatparêz bû, lewma zext li ser wan zêde bû û ew neçar man ku koçî bajarê Makûyê yê Rojhilatê Kurdistanê bikin. Xwişka Denîz Firat li Makûyê tev li Tevgera Azadiyê dibe, lewma Rejîma Îslamî ya Îranê zext li malbatê dike, heta demekê hemû ferdên malbatê diavêje zindanê jî. Piştre malbat careke din koçber bû û vê carê jî berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Denîz Firat di temeneke biçûk de rastiya parçebûyîna Kurdistanê dît û bû şahideke siyaseta înkarê ya li ser Kurdan.

4 xwişk bi hev re têkoşiyan û bûn rêheval

Denîz Firat hê di temenê zarokatiyê de tev li têkoşîna azadiyê bû. Tevî ku du xwişkên xwe di têkoşînê de winda kiribûn jî paşde gav neavêt; mezinkirina têkoşîna wan hilbijart. Dû re xwişkeke din a Denîz Firat tev li tevgerê bû û 4 xwişkan bi hev re ji bo azadiya jinan û gelê Kurd têkoşîneke mezin meşandin.

Rêwitiya Denîz Firat a di nava Çapemeniya Azad de

Denîz Firat di sala 2007an de tev li Çapemeniya Azad bû û bi wênekêşa xwe bû dengê civakê û azadiya jinan. Ew di gelek saziyên ragihandinê yên wekî JINHA, Stêrk TV, ANF, ROJNEWS, Dengê Welat û Rojeva Welat de xebitî û dengê jin, zarok û gelên di rêyên koçberiyê de ku berdêlên herî giran ên şer dan, gihand cîhanê. Denîz Firat ew rojnameger bû ku polîtîkayên qirkirinê yên beramberî jinên Êzidî di fermana DAIŞê ya li ser Şengalê de belge kir û bêdengiya raya giştî ya navdewletî bi heqîqetê teşîr kir. Di heman demê wê cara ewil êrîşên DAIŞê yên li ser Mexmûrê jî ji cîhanê re ragihand û heta dawiyê bi gotina “Ez dê bi kamereya xwe şer bikim” li Mexmûrê ma. Wê bi kamereya xwe gelek bûyer di nava rûpelên dîrokê de qeyd kir.

Di êrişekê de hat armancgirtin

Denîz Firat di 8ê Tebaxa 2014an de di êrîşa DAIŞê ya li herêma Qereçoxê ya Mexmûrê hat armancgirtin û birîndar bû. Lê belê, Denîz Firat di nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da û gihişt rêhevalên xwe yên ku wekî wê di rêya heqîqetê de canê xwe dan. Niha bi hezaran Denîz li çar milên Kurdistanê rojnamegeriyê dikin û dengê Kurdan û jinan radigihînin cîhanê.

Etîket: Çapemeniya AzadDenîz Firatjinên rojnamegerrojnamegerên jinrojnamegerên jin ên kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

8 TEBAX 2026
Doza 20 rojnamevanên Kurd ber bi qonaxa biryarê ve diçe

Doza 20 rojnamevanên Kurd ber bi qonaxa biryarê ve diçe

9 TÎRMEH 2026
Rapora MKGê ya Hezîranê: Gelek medyayên dîjîtal hatin astengkirin

Rapora MKGê ya Hezîranê: Gelek medyayên dîjîtal hatin astengkirin

5 TÎRMEH 2026
Hevserokên DEM Partiyê Paşînyan pîroz kirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Dev ji astengkirina çapemeniya Kurdî berdin

3 TÎRMEH 2026
‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

3 TÎRMEH 2026
Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

23 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne