*Hevberdevkê Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç tekildarî qanûna çarçoveyê de diyar kir ku ev ne encam e, destpêkeke nû ye û wiha got: “Ev qanûna çarçoveyê wê bibe mifteya çareserkirina pirsgêrêka Kurd.”
*Qanûna Çarçoveyê di 5ê Tebaxê de pêşkeşî Meclisê hate kirin. Endamê Koma Aştiyê Mehmet Şîrîn Tûnç diyar kir ku tevî kêmasiyan qonaxeke girîng e û divê li dijî xerabkeran gelê xwe bi rêxistin bikin. Endama Koma Aştiyê Yuksel Genç jî wiha got “Ev zagon ji bo derbasbûna ji paradîgmaya ewlekariyê gaveke baş e, lê ji bo aştiyeke civakî hîn têr nake û pêdiviya me bi zagoneke aştiyê ya nû heye.”
*Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” êdî di qonaxeke yasayî de ye. Kurdên li Îzmîrê ku di salên 90î de neçarî koçberiyê bûne destnîşan kirin ku tevî hemû zilm û zordariyên hatî serê wan jî ew alîgirên aşitiyê ne.
*Rêveberên AKPê yên Şirnexê ji bo deynê xwe bidin hewl didin zevî û erdê Wezareta Parastinê bi pereyek kêm bikirin û piştre bi pereyek milyar TL bifiroşin.
*Rojnameger Denîz Firat 12 sal berê di êrişeke DAIŞê de jiyana xwe ji dest da. Ew di hemû demên zor û zehmet de bû jinan û civakê û bi kamereya xwe gelek buyerên girîng di nava rûpelên dîrokê de qeyd kir.
*TUAY-DERa Amedê bi dirûşma “Bi civaka demokratîk pêşeroja azad ava dikin” dê kongreya xwe Asayî ya 5emîn li navçeya Rezanê li dar bixe. (10:30)
* Mîhrîcana Girê Koxê ku piştî 12 salan li navçeya Gimgim a Mûşê tê lidarxistin, di roja 2yemîn de berdewam dike. (10.00 – 24.00)
*Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDa Amed û Êlihê dê di çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin bidomînin. (12:00)
*58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê di roja 9emîn de berdewam dike. (13.00 – 24.00)
*Rêzeçalakiyên Platforma Şiyar Be dê bi civîna gel a li Parka Anzele ya navçeya Surê û daxuyaniya li Taxa Peyasê berdewam bikin. (18:00/ 19:00)
Kirmanckî
* Hunermend Beser Şahîn bal ant muhîmîya ziwan û kulturî ser o û vat ke ganî şar wayîrê ziwanê xo bivejîyo. Beser Şahîn derheqê prosesê nikayên de zî wina vat: “Ha masa de ha zî muanqeşayan de temsîlkarê kurdan Serek o. Ez bawer kena serek ser keweno.”












