Serokê AKPê yê Şirnexê Halîl Îbrahîm Erkan ê bi îhaleyên dewletê û projeyên hîbeyan dewlemend bûye, li tevahiya Şirnexê 750 mîlyon pereyê esnafan xwariye û li gor agahiyên çavkaniyên me gelek esnafan ji ber ku nekarîne pereyê xwe bistînin, îflas kiriye.
Di dosyeya me ya îro de Serokê AKPê yê Şirnexê Halîl Îbrahîm Erkan heye. Halîl Îbrahîm Erkan ji sala 2017an ve serokê AKPê yê Şirnexê ye. Di 9 salên Halîl Îbrahîm Erkan de li ser peywirê ji hîleyên hilbijartinê bigire heya ranta îhaleyan, ji projeyên bi hîbe yên dewletê bigire heya xapandina esnafên Şirnexê û çekên sixte jî di nav de navê wî gelek bi gelek dek û dolaban derbas dibe. Her çiqas li herêma Şirnexê her kes zanibe Halîl Îbrahîm Erkan çi dike jî, ji ber hêza wî ya di nava dewletê de, derbarê wî de tu kes wekirî gotinekî nabêje. Çavkaniyên ku agahî dane me jî ji ber ewlehiyê nexwestin navên wan di nûçeyê de were derbaskirin. Li gor agahiyên me ji çavkaniyên xwe yên ji herêmê girtine çîroka xapandin, dizîn û fêlbaziyên Halîl Îbrahîm Erkan yek û yek parve bikin.
Di 4 salan de 5 mîlyon lîre kirin 125 mîlyon lîre
Piştî Halîl Îbrahîm Erkan dest bi serokatiya AKPê ya Şirnexê dike di sala 2020an de li ser navê xwe şîrketa bi navê Kaîzen Enerjî A.Ş. vedike û weke sermayeya şîrketê jî 5 mîlyon lîre nîşan dide. Dema sal dibe 2024 şîrketa Halîl Îbrahîm Erkan sermayeya şîrketa xwe dike 125 mîlyol lîre. Her wiha li ser navê heman şîrketê serlêdana destûra enerjiyê dike û ev destûr ji bo heya sala 2072an tê dayîn.
Serokê AKPê %10 projeya GESê firotiye 40 mîlyon lîreyan

Piştî Halîl Îbrahîm Erkan destûra enerjiye ji dewletê digire îja serlêdana çêkirina projeyên HES û GESê yên bi hîbeyên dewletê dike. Li gor agahiyên me stendine heya niha Halîl Îbrahîm Erkan li navenda Şirnexê 2 Santralên Enerjiya Tavê (GES) û li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî 1 Santrala Enerjiya Tavê (GES) bi hîbeyên dewletê çêkirine. Her wiha piştî Halîl Îbrahîm Erkan ev projeyên GESan bi pereyên dewletê çêkirinê, dest bi firotina wan kir. Çavkaniyên ku derbarê mijarê de agahî dane me diyar kirin ku Halîl Îbrahîm Erkan %10 a GESekî firotiyê welatiyê bi navê H.Y û ji bo %10î GESê 40 mîlyon lîre jê stendiye. Li gor van agahiyan jî xuya dike ku Halîl Îbrahîm Erkan bi van projeyên bi pereyê dewletê çêkiriye, bi sedan milyon lîre pere xwariye.
Îhaleya 810 mîlyonan ji dewletê girt û piştre bû şirîkê çêkirina HESên

Halîl Îbrahîm Erkan ji bo dewlemendiya xwe zêdetir bike, tenê ne bi projeyên GESê eleqedar bûye, her wiha bi projeyên bendavên ewlehiyê yên li navçeya Qilebanê ya Şirnexê jî eleqedar bûye. Li gor agahiyên fermî şîrketa Halîl Îbrahîm Erkan Kaîzen Enerjî A.Şyê di sala 2024an de ji bo çêkirina Santralên Hîdro-Elektrîkê (HES) 810 mîlyon lîre ji dewletê wergirtiye. Piştî ku şîrketa Halîl Îbrahîm Erkan ev bendavên ewlehiyê yên li ser Çemê Hêzilê çêkirine, îja ji bo ranteke mezintir ev HES ji dewletê kirine û bûye şirîkê van HESan.
Pereyê projeyan xwarin karmendên proje çêkiriye îflas kir
Halîl Îbrahîm Erkan herî dawî li ser Tesîsa Hilberîna Şîr a li navenda Şirnexê û Tesîsa Xwedîkirina Sewalan a li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê proje amade kirin û bi erêkirina wezaretên têkildar re li ser van her du projeyan xebatên xwe dan destpêkirin. Di van projeyan de ji bo Tesîsa Hîlberîna Şîr 61.5 mîlyon TL û ji bo Tesîsa Xwedîkirina Sewalan jî 70 mîlyon TL ketin hesabên Halîl Îbrahîm Erkan û şirîkên wî. Li gel ku çêkirina her du projeyan jî ji aliyê esnafên Şirnexê ve hatin çêkirin jî dema pereyê van projeyan ketin hesabên Halîl Îbrahîm Erkan û şirîkên wî ev pere xwarin û nedan qerdarên xwe. Li gor daneyên fermî yên Wezareta Çandinî û Daristanan ji sala 2024an heya niha 242.5 mîlyon pere ji bo 8 projeyên hîbeyê hatiye şandin û Halîl Îbrahîm Erkan şirîkê 7 projeyan e. Li vir tişta sosret ew e ku beriya Wezareta Çandinî û Daristanan pereyê projeyan ji Halîl Îbrahîm Erkan û şirîkên din ê projeyan re razîne, ev proje ji aliyê avahisaziyê tên amadekirin lê amadekirina van projeyan ji aliyê karmendên Şirnexê ve tên amadekirin û dema pere ji kesên rantxwar re were razandin divê pereyê karmendan werin dayîn. Li gor agahiyên me bidest xistine karmendê bi navê C.G. dema avahiyên van projeyan çêkirine Halîl Îbrahîm Erkan û şirîkên din ên projeyam ji C.G re gotine, ‘Dema wezaretê pereye projeyan razandin em ê bidin te’ û dema pere hatine razandin Halîl Îbrahîm Erkan û hevalên xwe ev pere xwarine. Dîsa li gor çavkaniyên me piştî ku Halîl Îbrahîm Erkan û şirîkên din ên projeyan ev pere nedan C.G, C.G îflas kir û hemû mal û milkê xwe aniye ber firotinê.
Ji hêza Halîl Îbrahîm Erkan nikarin gilî bikin
Li gor agahiyên çavkaniyên me dane ku ev çavkanî ji ber ewlehiyê naxwazin navê xwe bidin, di salekê de Halîl Îbrahîm Erkan di hemû karê dike de çek û senedan dide esnafên herêmê. Her wiha bi dehan wesayît ji piyaseya firoşkarên wesayîtan kom kirine û çek û senet dane firoşkarên wesayîtan. Çavkaniyên me dibêjin ku dema kesên çek û senet ji Halîl Îbrahîm Erkan wergirtine berê xwe didin banqeyan, dibînin ku pereyê wan nehatine razandin. Her wiha ev kes ji ber hêza Halîl Îbrahîm Erkan a di nava dewletê de ditirsin ku biçin giliya wî bikin. Li gor agahiyên me stendine Halîl Îbrahîm Erkan ji esnafên Şirnex û navçeyên wê herî kêm 750 mîlyon TL kom kirine û li gel ku dema dayîna deynê wî boriye jî, pereyê kesên xapandine, nade. H.Y ji dehan esnafên hatiye xapandin yek e. Li gor çavkaniyên me dema H.Y %10 para HESa Halîl Îbrahîm Erkan dikire, bi awayek xatirî nêzî 40 mîlyon TL çek dide Halîl Îbrahîm Erkan. Halîl Îbrahîm Erkan ji H.Y re dibêje, ‘dema roja razandina çekan hat ez ê pereye çekan razînim banqeyê’ lê roja razandina pereye çekan tê û Halîl Îbrahîm Erkan pere ranazîne û kesên ku Halîl Îbrahîm Erkan çek dayîne wan diçin ber deriye H.Y.
Halîl Îbrahîm Erkan ê çawa deynên xwe bide?
Li gor agahiyên çavkaniyên me Halîl Îbrahîm Erkan beriya niha bi qasî mehekî ji bo dîtina çaseriya deynên xwe, berê xwe daye Enqereyê û li vir rêyek dîtiye ku deynê xwe bide. Helbet ev rê bêyî rant nîn e. Li gor lêkolîn û agahiyên çavkaniyên me dane. Halîl Îbrahîm Erkan hewl dide zeviyên xezîneyê yên li herêmê û bi pereyek baş ji dewletê bi pereyek hindik bikire. Her wiha piştî ku bi pereyek hindik van erden xezîneyê bikire, bi pereyek zêde bifiroşe û bi vî awayê deynê deyndarên xwe bide.
Sibê: Halîl Îbrahîm Erkan û hevalên wî hewl didin bi zeviyên dewlet 100 mîlyonan TL deynê xwe bidin.
















