* Akademîsyen û Hiqûqnas Vahap Coşkûn diyar kir ku girîngiya bingehîn a Qanûna Çarçoveyê ew e ku pêvajo kişandiye li ser zemîneke hiqûqî û wiha got: “Ev qanûn qanûna yekem e, ne qanûna dawî ye. Gava ku pêvajo pêş bikeve, aliyên wê yên kêm dikarin bi rêziknameyên hiqûqî yên nû ve werin derbaskirin.”
* Serokê AKPê yê Şirnexê Halîl Îbrahîm Erkan ê bi îhaleyên dewletê û projeyên hîbeyan dewlemend bûye, li tevahiya Şirnexê 750 mîlyon pereyê esnafan xwariye û li gor agahiyên çavkaniyên me gelek esnafan ji ber ku nekarîne pereyê xwe bistînin, îflas kiriye.
* Hevserokê Şaxa OHDê ya Amedê Muhîttîn Mûgûç, têkildarî pêşnûmeya “Qanûna çarçoveyî” destnîşan kir ku guherîna pênaseya lêpirsînanê ya ji terorîzekirinê ber bi civakbûnê ve, cihê hêviyê ye lê qedexeyên siyasî yên di dema berdana bişert de, cihê rexneyê ye.
* Muzîkjen Neşet Guçmen di salvegera wefata hunermend Aram Tîgran de axivî û ziman ku Aram Tîgran li ser muzîka Ermen û Kurdan pirek ava kir û da zanîn ku Aram Tîgran tevahiya bîranîn û nirxandinên xwe yên derbarê mîrateya muzîka Kurdî û xebatên çandî de parve kirin.
* Mîhrîcana Girê Koxê ya piştî 12 salan li navçeya Gimgim a Mûşê tê lidarxistin, dest pê dike. (10:00 – 22:00)
* 58 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê di roja 8emîn de berdewam dike. (13:00 – 22:00)
* Platforma Şiyar Be dê bi diruşma “Ne girêdayî madeyên hişbirê, girêdayî jiyanê bibe” li Parka Habîp Başkan a li Taxa Karşiyakayê ya Êlihê li dijî fihûş, madeyên tiryak û hişbirê çalakiya rûniştinê li dar bixe. (21:00)












