Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Dervê yê Sûriyeyê Esad Hasan Şeybanî li Enqereyê civiyan.
Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Dervê yê Sûriyeyê Esad Hasan Şeybanî li Enqereyê civiyan. Tê payîn ku piştî civînê daxuyaniyeke hevpar were dayîn.
Herwiha dê Serokomar Tayîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî li Qesra Serokkomariyê saet 14:00an bicivîn.
Dê di hevdîtinê de teklîfa qanûna çarçoveyê ya derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye destpêkirin were nîqaşkirin. Hêjayî gotinê ye ku di serokatiya Erdogan de saet 15:30an li qesrê, civîna MGKê jî dê bê lidarxistin.













