Kargeha Muzîkê ya Gerok ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo xwegihandina zarokan a hunerê zêde bikin dabû destpêkirin di mehekê de xwegihand 13 tax û gundên 5 navçeyan û bi 17 kargehan gihiştin hezar û 700 zarokan.
Bernameya Atolyeya Muzîkê ya Gerok ku ji aliyê Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran ya di bin banê Serokatiya Daireya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatan dimeşîne hate destpêkirin, bi coşeke mezin temam bû. Bernameya ku ji bo piştgirîdayîna beşdarbûna zarokan a hilberîna hunerî di 7ê Tîrmehê de li Gundê Reşka yê girêdayî navçeya Farqînê ve dest pê kiribû, bi çalakiya li gundê Qerebaşê yê girêdayî navçeya Sûrê bi dawî bû.
Di bernameya ku mehekê berdewam kir de zarok di çalakiya muzîk, rîtm, wêne û afirîneriyê de hatin cem hev; hem kêfxweş bûn hem jî tecrubeya hilberîna bi hev re jiyan.
Zarok bi rîtm û hunerê re hatin cem hev
Perwerdekarên konservatuvarê li gundê Qerebaşê ku rawestgeha dawî ya bernameyê bû, bi zarokan re çalakiyên cûr bi cûr pêk anîn. Zarokên ku li qada taxê bûn xelek, bi darikên rîtmê û boriyên rengîn tevî xebatên rîtmê yên bingehîn bûn. Zarokan bi wêneyên ku li ser qumaşên spî yên dirêj û li ser erdê raxistî çêkirin, îmza avêtin bin xebateke hunerî ya hevpar.
Bi bernameyê hate armanckirin ku faliyetên çand û hunerê bigihînin gundan, gihiştina zarokan a bi hunerê re bê zêdekirin û destbikêriya wan a afirîneriyê bên piştgirîkirin.
Li Zorava û Arzoxliyê kelecana konserê
Xebatên herî berfireh ên bernameyê, li gundên Zorava û Arzoxliyê yên girêdayî navçeya Sûrê hatin meşandin. Zarokên ku li atolyeyên bi rêk û pêk berdewam kirin muzîk fêr bûn, li ser repertuwara ku bi hev re ava kiribûn xebitîn. Zarok li dawiya perwerdeyan di konserên li gundên xwe de derketin ser dikê û tiştên fêr bûbûn bi temaşevanan re parve kirin.
Kargeha Muzîkê ya Gerok; li gundên Reşka û Girikê Boto yên Farqînê, Kortepe, Balûçiya Şên û Sîrim ên Rezanê, Cewz û Dilb ên Henê, Tilê û Tutê yên Licê û Arzoxlî, Zorava, Qozan û Qerebaş yên Sûrê hate lidarxistin. Di çarçoveya bernameya çar hefteyan de nêzî hezar û 700 zarok li 13 tax û gundên 5 navçeyan tev li 17 atolyeyên bûn.
Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan ku di çalakiya dawî ya bernameyê de li gundê Qerebaşê bi zarokan re hat cem hev, tev li çalakiyan bû û bi wan re dem borand.
‘Em ê zarokan bi hunerê re bînin cem hev’
Berpirsê Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran Ferhat Ertaş ê ku derbarê xebatên atolyeyê de agahî da, diyar kir ku armanca bingehîn a atolyeyên gerok ew e ku xwe bigihînin zarokên ku derfeta wan a xwe gihandina çalakiyên çand û hunerê tune ye.
Ferhat Ertaş da zanîn ku heta niha li 13 tax û gundan 17 atolye pêk anîne û got ku li her cihê ku diçinê pêşî çalakiyên boyaxkirinê, paşê jî xebatên rîtm û muzîkê dikin. Ferhat Ertaş anî ziman ku ew girîngiyê didin zarok bi çand û strana xwe re peywendiyê deynin û destnîşan kir ku bandorkirina jiyana zarokan bi çalakiyên kurt re jî ji bo wan wateyeke mezin hildigire.
Ferhat Ertaş diyar kir ku di xebatên pîlot ên li Zorava û Arzoxliyê zarokan sê hefteyan perwerdeya muzîkê ya birêkûpêk girtine û ev perwerde bi konseranan hatine tacîdarkirin û wiha axivî: “Gotina zarokekî ya ‘Ez ê vê bernameyê tu carî ji bîr nekim’, bû bersiva herî bi nirx a xebata ku me kir. Heta niha em gihand nêzî hezar û 700 zarokan û piştî vê yekê jî em ê zarokan bi hunerê re bînin cem hev.”
Zarokan kêfxweşiya xwe anîn ziman
Zarokên ku tev li çalakiyan bûn jî kêfxweşiya xwe ya ji ber bernameyê anîn ziman.
Resûl Ali Kaya yê ji gundê Qerebaşê diyar kir ku di kargehê de lîstik lîstine, wêne çêkirine, li daholê xistine û govend girtine û got ku gelek kêfxweş bûne.
Mahir Atakan ê ku anî ziman wan amûrên muzîkê nas kirine û bi hev re ferî stranan bûne jî wiha axivî: “Çalakî xurt û xweş bû. Em dixwazin her dem bê.”















