• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Atolyeya Muzîkê ya Gerok bi zarokan re ket ser rê

8 TÎRMEH 2026 - 14:29
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A
Amed- Atolyeya Muzîkê ya Gerok a ku ji aliyê Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê meşandin, li Gundê Reşkanê ya Farqînê dest pê kir. Zarok bi çalakiyên rîtîm, muzîk û wêneyê beşdarî hilberîna hunerî bûn.

Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatên xwe dimeşîne, bernameya Atolyeya Muzîkê ya Gerok da destpêkirin ku ji bo piştgirîkirina beşdariya zarokan a di hilberîna hunerî de hatiye amadekirin. Di çarçoveyê bernameyê de ku di 7ê Tîrmehê de dest pê kir û dê heta 5ê Tebaxê berdewam bike, zarok dê di çalakiyên rîtîm, muzîk û hilberîna hevpar de werin cemhev.

Rawestgeha yekem a bernameyê, Gundê Reşkanê yê girêdayî navçeya Farqînê bû. Ekîbên Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran li taxê bi zarokan re kom bûn û çalakiyên muzîk, rîtîm û wêneyê li dar xistin. Di çalakiyan de ku bi armanca pêşvebirina jêhatîbûna hunerî ya zarokan (bi rêya xebatên muzîk û rîtîmê yên di bin çavdêriya mamosteyan de) û jiyîna ezmûna hilberîn û parvekirina hevpar hatin organîzekirin, dîmenên rengîn derketin holê.

Rîtîmên bingehîn ên muzîkê bi dilşadî fêr bûn

Zarokên ku li qada taxê li gel mamosteyên xwe bûn xelek, bi darikên rîtîmê û boriyên rengîn ên di destên xwe de, rîtîmên bingehîn ên muzîkê bi kêf û şahî fêr bûn.
Çalakî tenê bi muzîkê bi sînor nema. Zarokan, li ser kaxizên rulo yên spî yên ku li erdê hatibûn raxistin, bi boyax û firçeyên rengorango wêneyên xêz kirin û xebateke dîtbarî ya kolektîf pêk anîn.

Bi vê bernameyê tê armanckirin ku çalakiyên çand û hunerê bigihin taxên gundewar û gihîştina zarokan a ji bo hunerê were xurtkirin. Atolyeya Muzîkê ya Gerok, êvara 8ê Tîrmehê dê li Taxa Arzoxlu ya navçeya Sûrê bi zarokan re bicive.

Atolye dê li Zorava û Arzoxluyê mehekê berdewam bikin

Beşa herî berfireh a bernameyê dê li taxên Zorava û Arzoxlu yên navçeya Sûrê were lidarxistin. Di atolyeyan de ku dê nêzî mehekê berdewam bikin, zarok dê perwerdehiya muzîkê bibînin, li ser repertuwara ku bi hev re amade kirine bixebitin û di dawiya perwerdehiyê de, di konseran de ku dê li gundên wan werin lidarxistin derkevin ser dikê û performansa xwe bi sîrekeran re parve bikin.

Di vê çarçoveyê de atolye; 8ê Tîrmehê li Arzoxlu, 14ê Tîrmehê li Zoravayê, 15ê Tîrmehê li Arzoglu, 21ê Tîrmehê li Zoravayê û 22yê Tîrmehê jî li Taxa Arzoglu dê werin lidarxistin. Bername, 28ê Tîrmehê bi Konsera Zarokan a Zoravayê û 29ê Tîrmehê jî bi Konsera Zarokan a Arzoglu dê bi dawî bibe.

Dê li navçeyên din jî bi zarokan re bicive

Atolyeya Muzîkê ya Gerok, li taxên gundewar ên navçeyên cuda jî dicive. Di çarçoveya bernameyê de 8ê Tîrmehê li Taxa Çevriksuyê xebatên atolyeyê dê werin organîzekirin. Li navçeya Rezan 14ê Tîrmehê li Kortepeyê, 15ê Tîrmehê li Uzunbahçeyê û 17ê Tîrmehê jî li Taxa Gommetaşê çalakiyên muzîkê dê werin lidarxistin.

Bername, paşê li navçeya Hênê 21ê Tîrmehê li Nirêbê, 22yê Tîrmehê li Gundê Belenê dê berdewam bike. Li navçeya Licê jî 28ê Tîrmehê li Dernekê, 29ê Tîrmehê li Taxa Yaprakê atolye dê werin lidarxistin û piştî wan etaba dawî ya bernameyê dê li navçeya Sûrê pêk bê. Di vê çarçoveyê de 4ê Tebaxê li Kozanê û 5ê Tebaxê jî li Taxa Karabaşê zarok dê di çalakiyên muzîk û rîtîmê de werin cem hev.

Etîket: atolyeya muzîkêKonservatuvara Aram Tîgranzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

30 ÎLON 2026
Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

9 ÎLON 2026
Ji saziyên zarokan xebatek giranbiha: Kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ derdikeve

Ji saziyên zarokan xebatek giranbiha: Kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ derdikeve

4 ÎLON 2026
Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

1 ÎLON 2026
Li Pakistanê şewata nexweşxaneyê: 14 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li Pakistanê şewata nexweşxaneyê: 14 zarokan jiyana xwe ji dest dan

26 TEBAX 2026
Atolyeya Muzîkê ya Gerok xwe gihand hezar û 700 zarokan

Atolyeya Muzîkê ya Gerok xwe gihand hezar û 700 zarokan

6 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne