• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dosye 3: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
HESên ewlehiyê firotin serokê AKPê Rahmet Taşar

5 TEBAX 2026 - 08:04
Kategorî: ANALÎZ-DOSYE, MANŞET
A A
Navenda Nûçeyan – Santralên Hîdroelektrîkê ku bi boneya ewlehiyê yên li ser sînorê bakur û başûrê Kurdistanê hatine çêkirin, ji aliyê Serokê Navçeya Navendî yê Şirnexê yê AKPê Rahmet Taşar ve ji dewletê hatin kirîn.

Dewleta Tirkiyeyê li Şirnexê bi taybetî jî li navçeya Qilebanê ji sala 2019an pê ve dest bi çêkirina Santralên Hîdroelektirêkê (HES) kir. Bi taybetî jî li ser sînorê bakur û başûrê Kurdistanê ev HESên ewlehiyê ava kirin û bi vê yekê talaneke zêde li ser xwezaya herêmê pêk anî. Her çiqas ev HES bi pereyê dewletê hatibin çêkirin jî bi demê re car din fêhl û finazên endamên AKPê li vê derê jî ketin meriyetê.

HESên ewlehiyê bû cihê ranta rêveberê AKPê Rahmet Taşar

Di vê nûçeyê de em ê qala Serokê navçeya navendî ya Şirnexê yê AKPê Rahmet Taşar bikin. Dema ku dewletê li herêmê dest bi çêkirina HESan dike rêveberên AKPê yên Şirnexê ji bo kirîna van HESan dikevin nava tevgerê û destpêkê Rahmet Taşar ji HESeka temam bûyî sedî 25 ji dewletê bi pereyek gelekî kêm dikire. Piştre ji HESeke din jî ji sedî 25 dikire û dema HESên ewlehiyê xilas dibin û elektrîkê çêdikin êdî Rahmet Taşar jî bi mîlyonan pere ji van HESan digire. Rahmet Taşar ê ku berê ji aliyê aborî ve weke her malbateke ji rêzê bû îro bûye xwediyê mîlyonan lîre.

Rêveberê AKPê û endamê FETOyê li ser heman zeviyê projeyê çêdikin

Piştî ku Rahmet Taşar baş fêrî feydeyê fêhl û finazên rantê bû, îcar serî li projeyên bi pereyê dewletê tê çêkirin da. Di sala 2025an de Rahmet Taşar li ser navê şirîkê xwe Velî Arka ku ew jî rêveberê AKPê yê Şirnexê ye serî li projeya xwedîkirina sewalan dide. Di vê projeyê de Rahmet Taşar û şirîkê wî Velî Arka ne bi tenê ne. Li gel wan Serokê berê yê AKPê yê Şirnexê Mehmet Demîr ku ji doza FETOyê 8 salan di girtîgehê de maye, Serokê AKPê yê Şirnexê Halîl Îbrahîm Erkan, rêveberê AKPê yê Şirnexê Ûgûr Kaya, Rêveberê AKPê yê Şirnexê Serhat Hazar, Rêveberê AKPê yê Şirnexê Serhat Bîrlîk hene û projeya wan a ku dê li Taxa Nasirhan a bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê were çêkirin di demek kurt de ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanê ve hate erêkirin.

Pereyê C.G., ketiye hesabên rêveberên AKPê û xwarine

Piştî ku projeya Rahmet Taşar û rêveberên AKPê yên din tê erêkirin ji bo avakirina govên-axurên sewalkariyê îhale tê çêkirin. Welatiyê bi navê C.G., îhaleya çêkirina 7 govên sewalkariyê digire û sala 2025an dest bi çêkirina van govên sewalkariyê dike. Bi demê re Rahmet Taşar û rêveberên AKPê yên şirîkên govên sewalkariyê ji dewletê 70 mîlyon TL distînin û pereyê ku bidin C.G., radestî wî nakin. Li şûna pere bidin C.G., çek didinê û dema projeya çêkirina govên sewalkariyê xilas dibe, C.G., berê xwe dide bankayan û dibîne pereyê çekên wî nehatine razandin. Dema C.G., pirsa pereyê xwe dike haya wî jê çêdibe ku ev pere ketine hesabên van kesan ê bankayan û Rahmet Taşar û hevalên xwe ev pere xwarine.

‘Fatûreyan zêde nîşan dan ku proje belaş ji wan re çêbibe’

Li gor çavkaniyên me yên ku ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin; ev projeya çêkirina 7 govên sewalkariyê ji sedî 75 bi hîbeya Wezareta Çandinî û Daristanê hatiye çêkirin. Lê Rahmet Taşar û şirîkên xwe di fatûreyên çêkirina projeyê de pereyek ewqas zêde daye nîşandan ku çêkirina vê projeyê li ser wan belaş sekiniye. Her wiha dîsa li gorî çavkaniyan; ji ber ku projeya sewalkariya ya Rahmet Taşar ne li gorî rê û rêbazên projeyên bi hibe hatiye çêkirin dibe ku proje ji binî were betalkirin û wezaretê ev pereyê ku rêveberên AKPê xwarina ji wan bixwaze. Lê di nav gelê Kurd de gotinek a mezinan heye, “Kero nemire heya bihar tê” tîne bîra mirov. Îcar heya ku Wezareta Çandinî û Daristanê li ser mijarê raweste dê gelek fêhl û finazên din li ser ser vê projeyê li pêş bikevin.

Sibê: Namzetê AKPê yê Cizîrê bi tapûyên sexte mîlyonan lîre pere wergirt.

Etîket: AKPBertilHESrantrêveberên AKPê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Dewlet û şîrketên navneteweyî dest danîne li ser welatê me’

‘Dewlet û şîrketên navneteweyî dest danîne li ser welatê me’

13 MIJDAR 2026
Rapirsî: Gendelî û krîza fonê rayên AKPê kêm kir

Rapirsî: Gendelî û krîza fonê rayên AKPê kêm kir

6 MIJDAR 2026
Wezîra AKPyî ya kevn Fatma Betul Sayan Kaya hate girtin

Wezîra AKPyî ya kevn Fatma Betul Sayan Kaya hate girtin

6 MIJDAR 2026
Bernameya sibê ya Dayikên Aştiyê diyar bû

Bernameya sibê ya Dayikên Aştiyê diyar bû

2 MIJDAR 2026
Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne