* Santralên Hîdroelektrîkê ku bi boneya ewlehiyê yên li ser sînorê bakur û başûrê Kurdistanê hatine çêkirin, ji aliyê Serokê Navçeya Navendî ya Şirnexê yê AKPê Rahmet Taşar ve ji dewletê hatin kirîn.
* Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî û diyar kir ku qanûna çarçoveyî mifteya demokrasiyê ye.
* Koçberkirin, sirgûn, tinekirina şop û bîranînên torên civakî, ji bo jiholêrakirina çanda civakekî rê û rêbazên herî demdirêj û xeternak in. Ev xeternakî jî niha li taxa Fîskyayê ya Amedê bi destê çeteyan dixwazin civakê bi madeyên hişbirê jehrî bikin û her tiştên dijî çand û ehlaqên civakê berbelav bikin, da ku rastî û rêxistinbûna civakê ji holê were rakirin.
* Tevgera Jinên Azad (TJA) dê bi tevlibûna saziyên sivîl ên civakî yên Amedê derbarê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ku li bendê ye îro pêşkêşî Meclisê bê kirin, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11:30)
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê derbarê qanûna çarçoveyî de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyê bide. (13:00)
* 58emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê dê di roja 6emîn de berdewam bike. (13:00-22:00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ji bo piştgiriya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê li Parka Yilmaz Guney daxuyanî bide. (17:30)
* Li Enqereyê geşedanên derbarê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ya ji bo pêvajoyê ku tê çaverêkirin îro pêşkêşî Meclisê bê kirin, dê bên şopandin.
Kirmanckî
* Pîr û talîban, der û cîranan, kam ke jîyar û dîyaranê xo ra wayîr vejînê Jîyara Hewşa Merge de pêro pîya amey pêser. Tay kesê înan dûgêlanê bînan ra, tayê înan Qisle ra, Pilemurîye ra, tayê zî zereyê Dêrsimî ra ameyê têlewe. Îtîqat û rindîye ser çîlayî veşnayî û loqme kerd vila, gulbangî dayî.












