Li navçeyên Sancaktepe û Esesyurtê, ji bo Mehmet Hanîfî Çaginli yê PKKî û Okyar Ozmaya yê YPGî ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, şîn hat danîn.
Li navçeyên Sancaktepe û Esenyurtê yên Stenbolê ji bo Mehmet Hanîfî Çaginli (Gîvara) ê PKKî ku di 1996an de li Zagros Gerdiya û Okyar Ozmaya (Rustem Bakur) ê YPGî ku di 12yê Mijadara 2013yan de li Çilaxa ya girêdayî Hesekê jiyana xwe ji dest dabûn, şîn hat danîn. Şîna ku bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Şaristaniya Ege yê Windakirine (ANYAKAY-DER) hat danîn, tevî nûnerên partiyên siyasî gelek welatî beşdar bûn. Di şîna ku bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir, bi domdarî dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ hat berzkirin. Piştre sînevîzyonek li ser jiyana cangoriyan hat nîşandan.
Serdanên şînê bi dua û sersaxiyan berdewam dike.





















