Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bandora şer a li ser aboriyê vegot û diyar kir ku qanûna çarçoveyê wê di rojên pêş de pêşkêşî meclisê were kirin.
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî da. Erdogan derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî daxuyanî da. Erdogan berî ku qala pêvajoyê bike behsa bandora aboriya şer a li ser welatiyan kir. Erdogan diyar kir ku fatûreya aboriya şer ji bo Tirkiyeyê ji 2.3 trîlyon dolarî zêdetire û anî ziman ku lêçûna salane 50 mîlyar dolare.
Erdogan ddestnîşan kir ku bi serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re wê welat ji vê rewşa aboriyê rizgar bibe û got, “Bi 86 mîlyon kesan re wê hemû Tirkiye qezenc bike. Bi qasî karsazan wê kedkarên me, bi qasî cotkaran wê turîzmvan jî qezenc bikin. Bi qasî Tirkan wê Kurd, Ereb, Laz û Çerkes jî qezenc bikin.”
Erdogan anî ziman ku qanûna çarçoveyî wê di rojên pêş de pêşkêşî meclisê were kirin.













