• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
    Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
    Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

OHDyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Egeyê ragihand

Îzmîr / AW

29 TÎRMEH 2026 - 19:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komîsyona Girtîgehan ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê a Şaxa Îzmîrê (OHD), rapora xwe ya 6 mehane ya binpêkirinên mafan a li 13 girtîgehên herêma Egeyê ragihand. Komeleyê bal kişand ser wê yekê ku tevî pêvajoya çareseriyê ya berdewam jî, di girtîgehan de ti başbûneke sîstematîk çênebûye.

Komîsyona Girtîgehên a OHDyê a Şaxa Îzmîrê, rapora binpêkirinên mafan a ku di 6 mehên ewil ên sala 2026an de li girtîgehên herêma Egeyê qewimîbûn, li avahiya komeleyê ragihand. Binpêkirinên mafan ên ku li 13 girtîgehan bi hevdîtinên girtiyan re hatibûn amade kirin , di bin 10 sernavan de hatin komkirin. Di nav van sernavan de binpêkirinên mafê tenduristiyê, îşkence û muameleya xerab, astengkirina tehlîyeya bi şert, binpêkirinên mafê ragihandinê, cezayên dîsîplînê ên kêyfî û binpêkirinên xweser ên ku girtiyên jin rû bi rû dimînin ragihand.

Endama Komîsyona Girtîgehên a OHD ya Şaxa Îzmîrê Nehîr Bîlez rapor xwend û destnîşan kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan êdî ji bûyerên takekesî derketine û veguherîne qeyraneke mafên mirovan a sistematîk û diyar kir ku ew her roj ji dehan girtîgehên cuda serî li wan didin û got: “Girtîgeh yek ji wan qadan e ku binpêkirinên mafên mirovan lê herî zêde tên dîtin; sepanên îşkence û muameleya xerab, cezayên dîsîplînê ên kêyfî, sirgûnkirina dûrî malbatên, dirêjkirin û şewitandina înfazan, astengkirina mafên çalakiyên civakî û ragihandinê, binpêkirina mafê gihandina xizmetên tenduristiyê bi rengekî sîstematîk û bi taybetî tehliye nekirina girtiyên nexweş, êdî ne îstîsna lê bûye rêgez.”

Rewşa girtiyên nexweş

Nehîr Bîlez her wiha bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got hem di aliyê fîzîkî û hem jî di aliyê psîkolojîk de tecrîdeke giran heye û da zanîn ku mijara girtiyên nexweş wekî pirsgirêkeke mezin li holê ye û got: “Girtiyên siyasî yên ku demên xwe yên înfaza qanûnî qedandine, ji ber ku ‘poşmanî nîşan nadin’ an jî ji ber nirxandinên razber û bêbingeh ên hiqûqî nayên berdan. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên ku li girtîgehên hatine avakirin, wekî mekanîzmeyeke darazê ya paralel dixebitin; derbarê girtiyên ku dema wan a qanûnî qediyaye û dema wan a berdana bi şert û merc hatiye de biryarên kêfî digirin û wan cara duyemîn ceza dikin. Girtiyên Rojavayî û Rojhilatî yên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de tên ragirtin û ji statûya welatiniyê bêpar in; ji gelek mafên bingehîn ên wekî peydakirina parêzer û hevdîtinên bi malbatê re bêpar tên hiştin. Ev kes di hiqûqê navneteweyî de di statûya ‘bêwelat’ de ne û li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Derbarê Statûya Kesên Bêwelat de divê di bin parastina taybet de bin. Lê belê sepandinên girtîgehê van kesan bêdeng dikin û mafên wan ên parastinê ji holê tê rakirin”

Girtiyên jin

Nehîr Bîlez anî ziman ku sîstema înfazê ya heyî bi qanûn û sepandinên cudakar hatiye avakirin û axaftina xwe wiha domand: “Girtiyên jin ên ku li 16 girtîgehên giştî Tirkiyeyê û li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê ya Herêma Egeyê tên ragirtin, ji ber avahiya desthilatdariya mêr a rejîma înfazê, hem bi awayekî li ser bingeha zayendî û hem jî bi rêya nasnameyên xwe yên siyasî rastî zextê tên. Gihandina mafên civakî, berhemên paqijiyê, xizmetên tenduristiyê û bi taybetî mafên bingehîn ên wekî hevdîtina bi zarokên xwe re bi awayekî kêyfî tên sînordar kirin. Girtiyên ku bi cezayê girtîgehê yê muebeta giran hatine girtin, bi salan e di hucreyên takekesî de, bi temamî ji têkiliyên civakî hatine îzolekirin tên ragirtin. Ev sepan, ne tenê fîzîkî lê her wiha yekparebûna ruhî jî xerab dike; rûmeta mirovî bi rengekî sîstematîk binpê dike. Ev rewş bi eşkereyî li dijî biryara 2013an a Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê ya bi navê Vinterê ye. Mafê hêviyê, li dijî têgihiştina cezakirina siyasî derdikeve ku kesan ne tenê ji girtîgehê, her wiha ji civaka derve jî qut dike. Mafê hêviyê, şertê pêşîn ê aşitiyê ya berfireh e ku ji nû ve avakirina peymana civaka demokratîk û lihevkirina bi rabirdûyê re ye.”

Qedexe didomin

Nehîr Bîlez da zanîn ku qedexeyên li ser rojname, pirtûk, kovar û nameyên muxalif û bi zimanê kurdî hatine anîn jî didomin û got: “Tevî bangawaziya ‘Civaka Demokratîk û Aştiyê’ ya ku Birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de kiriye û hevdîtinên ku di encamê de pêş ketine, di dema amadekirina rapora me de, li girtîgehên di binpêkirinên mafan de başbûneke bingehîn nehatiye dîtin. Birêz Abdullah Ocalan, bi gotinên xwe yên derbarê ‘naskirina pîvana siyaseta demokratîk û hiqûqî’ de îradeya çareseriyê ya bi biryar û bi israr nîşan dide. Di dema dawî de tê dîtin ku pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a bi banga Birêz Abdullah Ocalan dest pê kiriye û bi taybetî çareserkirina gelek pirsgirêkan di serî de pirsgirêka kurd armanc dike, di nava civakê de xwedî bersiveke mezin e. Pêvajoya şer a ku nêzî 50 salan e li welêt berdewam dike, ligel ku bû sedema qirkirinên mezin ên civakî û birîndarbûna çanda jiyana hevpar, bû sedema binpêkirinên giran ên mafên mirovan jî. Qada girtîgehê bûye cihên ku ev binpêkirin lê herî zêde tên dîtin. Di demekê de ku li Tirkiyeyê hêviyên ji bo ji nû ve sazkirina aştiya civakî şîn dibin, berdewamkirina polîtîkayên înfazê yên cudakar ên li dijî girtiyên siyasî, bi eşkereyî bi îradeya aşitiyê û çareseriya demokratîk re li nakokiyê ye. Domandina vê pêvajoyê, ne tenê bi bêdengbûna çekan re, di heman demê de bi avakirina edaleta civakî re gengaz e. Di vî warî de, nebûna sûdwergirtina girtiyên siyasî ji mafên welatiniyê yên wekhev û ewlehiyên hiqûqî, binpêkirinên mafên giran ên ku di rabirdûyê de hatine jiyîn didomîne û baweriya civakî ya bi aştiyê qels dike. Divê girtîgeh nebin cihên ku edalet lê hatiye sekinandin.”

Etîket: EgegirtîgehİzmirOHDrapor
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ege dişewite: Şewatên daristanan didomin

Ege dişewite: Şewatên daristanan didomin

1 TEBAX 2026
Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

31 TÎRMEH 2026
OHDa Rihayê li dijî ferzkirina ‘sîxurtiyê’ broşura hiqûqî amade kir

OHDa Rihayê li dijî ferzkirina ‘sîxurtiyê’ broşura hiqûqî amade kir

30 TÎRMEH 2026
Panela TUM BEL-SENê: Divê li şûna herêmîbûna neolîberal herêmîbûna demokratîk bê nîqaşkirin

Panela TUM BEL-SENê: Divê li şûna herêmîbûna neolîberal herêmîbûna demokratîk bê nîqaşkirin

28 TÎRMEH 2026
ÎHD 40 salî ye: ‘Me tu carî paş de gav neavêt’

ÎHD 40 salî ye: ‘Me tu carî paş de gav neavêt’

17 TÎRMEH 2026
Girtiya nexweş Ayşe Kayra hate berdan

Girtiya nexweş Ayşe Kayra hate berdan

16 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne