Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel li ser hesabê xwe yê Xê tekildarî nûçeyên weke, “AKPî ji ber pêvajoya çareseriyê bi fikar in” parvekirinek kir û got: “Yên vê pêvajoya dîrokî bi fikarên teng digirin dest tenê dixwazin xwîn birije.”
Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê ji Çapemenî ûji Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel tekildarî nûçeya weke, “AKPî ji pêvajoyê bi fikar in” li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kir. Di nûçeya ku xwe dispart çavkaniyên AKPê de dihat gotin ku AKPî ji ber pêvajoya çareseriyê bi fikar in. Tayîp Temel li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî nûçeyê da û got: “Yên vê pêvajoya dîrokî bi fikarên teng digirin dest tenê dixwazin xwîn birije. Êşên hatine jiyîn ne yek alî ne. Birêz Ocalan dibêje, dem hatiye ku em êşên gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê hevpar bikin û aştî û biratiya mezin ava bikin. Kampanyaya aştî û biratiyê dikare hemû kampanya û hesabên qirêj vala derxîne. Gelên Tirkiyeyê aştî, biratî û azadiyê dixwaze.”













