Ji ber cînayet, teqîna mayinan û êrişên çekdarî li seranserî Sûriyeyê di rojekê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da.
Duh li parêzgehên Sûriyeyê rêzebûyerên cuda qewimîn ku di encamê de 11 kes hatin kuştin.
Li gorî nûçeya ANHAyê; li bajarê El Dûmeyrê yê gundewarên Şamê xortek dema ku çekek bi kar dianî, bi guleyekê mir. Her wiha, di dema xebata kolandinê ya li nêzî tabûra “Bala” de, termên 4 kesan hatin dîtin ku tê gumankirin di dema rejîma Baasê de hatine veşartin.
Li Humsê, xortek li ser banê mala xwe ya li Taxa Ermeniyan bi guleyek şaş hate kuştin.
Di heman demê de, endamekî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî li nêzî bajarokê Kabana yê Lazkiyê bi teqîna mayinekê hate kuştin. Li gundewarê Helebê, jineke ciwan a astengdar li gundê Xirbet Şahab hate kuştin.
Di heman demê de, li nêzîkî gundê Şîtka yê navçeya Mabeta ya Efrînê şêniyek dema ku li ser zeviyên xwe dixebitî, bi guleyên kesên nasnameya wan nediyar, hate kuştin.
Li gundê Duweyr El Ekrad ê Hemayê kesek ji ber teqîna mayinekê hate kuştin.
Her wiha, şêniyên gundewarên Idlibê di dema firehkirina rêya di navbera bajarên Idlib û Erîhayê de cenazeyê zilamekî nasnameya wî nediyar, dît.













