• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
    Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Meclisa Ciwanan a Rihayê: Gefên li ser ciwanan rasterast pêvajoyê dikin hedef

Riha / AW

28 TÎRMEH 2026 - 19:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê bertek nîşanî zext û hewldanên sîxurtiyê yên li ser ciwanan da û diyar kir ku ev kiryarên şerê taybet rasterast pêvajoya aştiyê dikin hedef. Ciwanan bang kir ku ev polîtîkayên şerê taybet bi dawî bibin û gotin: “Em ê li her kolanê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê li ser zext, gef, şopandinên li ser ciwanan û komên alîgirên Amedsporê yên Barikat Riha û Direniş Riha li Parqa Novada ya li navçeya Xelîliyê ya Rihayê daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê endamê Meclîsa Ciwanan a Rihayê Siyament Şahîn ve hat xwendin. Şahîn destnîşan kir ku di demên daw de sezt û ferzkirina sîxurtiyê ya li ser ciwanan zêde bûye û got: “Zextên li ser ciwanan, rasterast mudaxaleya li ser lêgerîna aştî û civaka demokratîk e. Di demên dawî de xebatkarên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û alîgirên Amedsporê yên komên Barikat Riha û Direniş Riha tên şopandin, rêya wan tê birîn, hewldanên siwarkirina wesayîtan, pêşniyarên pere û sîxurtiyê li wan tê kirin. Ev ne bûyerên asayî an jî munferît in.”

‘Ji aliyê saziyên mafên mirovan ve hatibû tespîtkirin’

Siyament Şahîn diyar kir ku ji aliyê kesên nenas ve gef li malbat û jiyana taybet a ciwanan tê xwarin û wiha domand: “Gotinên weke ’em dikarin alîkariya te bikin’, ‘bi van re negere’, ‘malbata te fermanber e dikare zirarê bibîne’ tên bikaranîn. Ev yek ne alîkarî ye, zext e; ne parastin e, gef e. Rêhevala me ya jin berê ev binpêkirin biribû OHD û ÎHDê, lê dîsa jî em dibînin ku ev kiryar zêdetir bûne.”

‘Em ê li her kolanê têkoşîna xwe mezin bikin’

Şahîn bang li rayedar û mercên berpirsiyar kir ku van bûyeran bi rengekî serbixwe lêkolîn bikin, berpirsiyaran tespît bikin û wiha bi dawî kir: “Em wekî ciwan stûyê xwe li ber van zextan xwar nekin. Berevajî vê, li her gund, tax û kolanên ku ciwan lê hene û rastî şerê taybet tên, em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Rêya aştiyê ne ji gefxwarin û tirsandina ciwanan, ji berfirehkirina qada siyasetê û gavên demokratîk re derbas dibe.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana ciwanan” bi dawî bû.

Etîket: bertekciwandaxuyanîRihasîxurtîzext
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

2 TEBAX 2026
Li Geliyê Periyê berteka li dijî bendavê

Li Geliyê Periyê berteka li dijî bendavê

1 TEBAX 2026
Cotkaran ji ber qutbûna ceyranê heya walitiyê meşiyan

Cotkaran ji ber qutbûna ceyranê heya walitiyê meşiyan

31 TÎRMEH 2026
Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

30 TÎRMEH 2026
Li Wanê komeleya ‘Demhat’ hat vekirin

Li Wanê komeleya ‘Demhat’ hat vekirin

30 TÎRMEH 2026
OHDa Rihayê li dijî ferzkirina ‘sîxurtiyê’ broşura hiqûqî amade kir

OHDa Rihayê li dijî ferzkirina ‘sîxurtiyê’ broşura hiqûqî amade kir

30 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne