* Rojnameger Rêşad Sorgul piştî 7 berheman, vê carê wergerandina “Manîfestoya Civaka Demokratîk” bi dawî kir û ev bi awayekî dengî pêşkêşî guhdaran kir û diyar kir ku dê pirtûk piştî xebatên redaksiyonê weke pirtûk were çapkirin.
* Bi ser komkujiya Geliyê Sefo, bi navê din “33 Gule” re 83 sal derbas bûn. Cuzeyrî Ozkaplan ê ku 16 mirovên wî hatine kuştin diyar kir ku ev 33 mirov bêdadgeh hatin kuştin û wiha got: “Komkujiya Geliyê Sefo wekî komkujiyên li Dêrsim, Geliyê Zîlan projeyek kuştina Kurdan bû.”
* Li dijî hişbirê gelek bajarên bakurê Kurdîstanê xebat tên kirin. Yek ji van cihan jî navçeya Amedê ya Sûrê ye. Hevserokê DEM Partiyê ya Sûrê Mûrat Acet li ser vê yêkê axivî û wiha got: “Ev rewş ne meseleya partiyeke diyarde ye, mezinahiya xetereya madeyên hişbir û fihûşê, rasterast siberoja civaka me dixe nav xetereyê.”
* Rojnameger Azad Baltaci yê ku bavê wî Resul Baltaci ev 34 sal in di girtîgehê de ye û nayê berdan, da zanîn ku divê girtiyên nexweş, girtiyên cezayên wan bê sedem tên dirêjkirin bên berdan da ku ew bikaribin bibêjin bi rastî jî aştiyek dê were vî welatî.
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê di komcivîna partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12:45)
Kirmanckî
* Şaredarîya qezaya Gêlî ya Amedî ya ke binê îdareyê AKP’yî de ya, xebata viraştişê tesîsê vame bi mîlyonan lîrayan, bi usulê 21/b (bazarîye) o ke prensîbê “şeffafî û reqabetî” ra dûrî yo, sey teslîmê adrese îhale rê akerd. Şaredarîya ke madeyî seba rewşanê afate û lezgînan ameya eştene kerd mane, îhale bi 11,8 mîlyon TL da fîrmaya terefgire.
* Sewregij Ezîz Karamanli bi serrano ke şiwanetîya malê xo keno, emserr newe malê xo ardo koyanê Dêrsimî. Weyekerdena malî ser tenga ke teyrê aye ser wina vano: ”Cayê çin o ke şime mîyanê xo biçîraynîme, kes paştî nêdano ma, seba nona xo yeme nê waran, no kar pî û kalikanê ma ra mendo.”












