• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

Navenda Nûçeyan / AW

27 TÎRMEH 2026 - 14:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevşaredarê berê yê Xinûsê neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat (72) li bajarê Wuppertal ê Almanyayê li nexweşxaneyê wefat kir. Cenazeyê Firat dê li gundê wî Qolhesarê were veşartin.

Hevşaredarê berê yê Xinûsê û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Hasan Basrî Firat jiyana xwe ji dest da. Basrî Firat ê ku jiyana xwe fedayî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurd kir, jiyana xwe bi girtin, sirgûn û fealiyetên siyasî yên bênavber derbas kir. Hasan Basrî Firat li Nexweşxaneya Helios Universitätsklinikum Wuppertal (Zanîngeha Witten/Herdecke) koça dawî kir. Firat ev demek bû ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li nexweşxaneyê tedawî dibû û di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de dihat ragirtin. Hate zanîn ku îro şeveqê wefat kiriye.

Piştî wefata wî siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê, nûnerên saziyên Kurd ên demokratîk û xizmên Firat berê xwe dan nexweşxaneyê.

Ji hevserokatiyê heta sirgûnê

Hasan Basrî Firat sala 1954an li gundê Qolhesarê yê ser bi navçeya Xinûsa Erziromê ve ji dayik bûye. Weke endamekî malbata Şêx Seîd, ji temenê xwe yên ciwantiyê û şûnde di nava têkoşîna siyasî de cih girt.

Firat sala 1990î wezîfeya Serokatiya Navçeya Xinûs a Partiya Kedê ya Gel (HEP) bi rê ve bir, piştî polîtîkayên zextdar ên dewletê yên li herêmê û pêvajoya binçavkirinê neçar ma ku ji warê xwe biçe û salên dirêj li Mêrsînê li sirgûnê jiya. Di destpêka salên 2000î de car din vegeriya Xinûsê û têkoşîna xwe ya di siyaseta demokratîk a Kurd de bi biryardarî domand. Di sala 2009an de Serokatiya Şaredariya Xinûsê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) kir.

Firat di hilbijartinên xwecihî ya 30yê Adara 2014an de weke namzetê kevneşopiya HDP/DBPê ji bo Hevşaredariya Xinûsê hate hilbijartin. Ji xeynî xebatên xwe yên şaredariyê, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd bi roleke aktîv rabû.

Lê belê ji ber dozên li ser hatine vekirin û cezayên hepsê yên lê hatine birîn, di 10 salên dawî de neçar ma ku li Almanyayê li sirgûnê bijî.

Tev li xebatên KNKê bû

Hasan Basrî Firat di salên sirgûnê de jî ji têkoşîna xwe bi paş ve gav neavêt û xebatên xwe veguhest qada navneteweyî. Firat demekê Endamtiya Şura ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi rê ve bir û di bin banê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de siyaseta aktîv kir. Weke endamê KNKê derbarê yekîtiya neteweyî ya Kurd, dîplomasî û aştiya civakî xebat kirin.

Cenazeyê wî dê li Qolhesarê were veşartin

Cenazeyê Hasan Basrî Firat piştî kar û barên fermî, wê bişînin gundê wî Qolhesarê û li qebristana malbatê were veşartin.

Etîket: Hasan Basrî FiratŞêx SeîdXinûs
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

31 TÎRMEH 2026
Cenazeyê Hasan Basrî Firat ber bi bajarê wî ve hate şandin

Cenazeyê Hasan Basrî Firat ber bi bajarê wî ve hate şandin

30 TÎRMEH 2026
Cenazeyê Hasan Basrî Firat dê li Qolhesarê were veşartin

Cenazeyê Hasan Basrî Firat dê li Qolhesarê were veşartin

29 TÎRMEH 2026
Kurê Şêx Seîd, di bin îşkenceyê de parastina kurdbûnê kiriye!

Kurê Şêx Seîd, di bin îşkenceyê de parastina kurdbûnê kiriye!

6 TÎRMEH 2026
Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

29 HEZÎRAN 2026
‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

29 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne