Nûçegihanê Ajansa Berûyê Fermandar Kardeş ê şeva 25ê Tîrmehê di serdegirtina malê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “ser navê rêxistinê meşandina kar û xebatan” hatiye binçavkirin, ev 2 roj in nehatiye berdan.
Nûçegihanê Ajansa Berûyê Fermandar Kardeş ê di şeva 25ê Tîrmehê de di serdagirtina malê de hat binçavkirin. Hat zanîn Rojnameger rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “bi ser navê rêxistinê meşandina xebatan” hatiye binçavkirin.
Fermandar Kardeş 2 roj in li Midûriyeta Polîsan a Vatanê ya Stenbolê tê ragirtin. Hat zanîn ku hevdîtina rojnameger 24 saetan hatiye astengkirin. Herwiha hevdîtina rojnameger a bi parêzera wî Şule Recepoglu re jî hatiye astengkirin.
Tê payîn ku dê Fermandar Kardeş sibê sewqî Edliyeya Çaglayanê were kirin û derkeve pêşberî dadgehê.













