DYA û Îran ji bo şereke demdirêj amadiyên xwe yên leşkerî didomînin. Rewşa heyî nîşan dide ku pevçûn ne bi demkî ne lê gavên pêş ên şer û pevçûnên demdirêj dê bidomin.
Di çarçoveya şerên parvekirinê yên cîhanê de netewe dewlet ji bo hêzên hegemon yekene modela dewletan bû. Roja me ya îro heman model li pêşiya sermaye û hegemonan astengiyên mezin derdixin. Şerê 3yemîn ê Cîhanê li ser vê bingêhelê lê bi daxwaza kontrolkirina rêyên bazirganiyê, sotemeniyê û ewlehiya Îsraîlê didomin.
Şerê bi pevçûnên rojane û mudaxileyên hewayî didome. Derbarê geşedanan de her roj daxuyanî tên dayîn lê bêlê rewşa heyî ne baweriyê li daxuyaniyan tîne, ne jî derbarê dawîbûn û lihevkirinekê gotin û pratîkek têrker derdikeve holê. Diyar e ku hêza şer ya Amerîkayê ji ya Îranê zêde ye lê belê şer di aboriyê de valahiyên mezin çêdike. Li aliyê din Îran jî ji ber şer û pevçûnan bi aboriyeke têkçûyî, hewl dide bersivê bide êrişan. Ne Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi tevahî armanca mudaxileyê li pêş xist, ne jî Îran dikare pêşî li mudaxile û dorpêça li dor hatiya avakirin berbelav bîke.
Mirî û birîndarên aliyên şer
Li gorî daneyên fermî û nefermî heta niha di şer û pevçûnan de ji aliyê Îranê derdora 3 hezar 400 kes hatin kuştin û zêdetirî 15 hezar kes hatin kuştin. Herwiha li gorî daneyên fermî û nefermî heta niha li Lubnanê derdorê 2 hezar û 700 mirî, 8 hezar birîndar; li Iraqê 117 mirî, 361 birîndar; li Îsraîlê 47 mirî, zêdetirî 8 hezar birîndar; li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb 13 mirî, 227 birîndar; li Kuweytê 10 mirî, 115 birîndar; li Bahreynê 3 mirî, 42 birîndar; li Erebîstana Siûdî 3 mirî, 29 birîndar; li Ummanê 3 mirî û 17 birîndar; li Qatarê 20 birîndar; li Urdunê jÎ 29 birîndar çêbûn.
Şêrê dirêj bi xwe re encamên giran anî
Şerê belavî demê bûye hem qeyrana civakî, aborî, mirovî giran kir û ev yek kir ku rejîma Îranê zextên xwe yên li ser civakê zêde kir, bi deh hezaran kesan girt û derbarê hezaran kesî de biryara darvekirinê da; hem jî şerê berdewam dike di cîhanê de bihayê sotemeniyê ji ber girtina Kendava Hurmuzê ya rejîmê bilind bû. DYA ne li ser armaca teslîmgirtina rejîmê de bi ser keft ne jî Kendava Hurmuzê xist di bin kontrola xwe.
Şer demdirêj û berbelav dibe
Hem rejîma Îranê hem jî DYA li gel pevçûnên didomin dixwazin bi siyaset û kanalên burokrasiyê pirsgirêkên heyî çareser bikin. Encamnegirtina van hewldanan û berhewabûna hewldanan baweriya ku dê şer bi dawî bibe her carê vala derxist. Lihevkirina dawî û piştre destpêkirina pevçûnan baweriya ji bo çareseriyê hêj lewaztir kir.
Li aliyê de pevçûna di navbera Îran û DYAyê bi kêrî berjewendiyên Îsraîlê nayê. Ji ber Îraneke hatiye lewazkirin bêhtir rejîmeke hatiye guhertin û ji bo Îsraîlê ne tenê îro, siberojê jî metirsiyan bi xwe re tîne.
Pevçûnên didomin qeyranên civakî, aborî, çandî û jiyanî jî girantir dibe. Aboriya têkçûyî her roj jiyana rojane li gel zehmet dike, nediyarbûna pêvajoyê gel neçarî koçê dike, nediyarbûna pêvajoyê di warê aramî û jiyana civakî de têkçûnÊ bi xwe re tîne.
Armanca êrişan
Rewşa heyî û mudaxileyên domdar ên DYAyê nîşan dide ku armanc Îranê ji van armancan dûrxistine û bi hêza êrişê û bombeyên mezin Îranê ji vê armancê dûrxistin e. DYA dixwaze leşkerên Îranê ji peravên Kendava Hurmuzê 2 kîlometre û 500 metreyan dûr bixe. DYA bi vê yekê dixwaze eyaleta Hurmuzganê ya li ser kendavê jî kontrol bike.
Şoreşa Îslamî diheje
Şoreşa Îslamî 47 saliya xwe dijî û îro Îran pêvajoya hebûn û tunebûnê di asta herî bilind de dijî. Ji ber Îran di tu şerên kiriye de ewqas rayedarên peyebilind û generalên leşkerî winda nekiribûn û ji hemû deman zêdetir îro bi tenê ma. Herçiqas tifaqên ji bo çekan hebin jî di warê dîplomasiyê û û siyasî de Îran di demên xwe yên herî giran de ye.
Şêweyên şer û ceribandina çekan
DYA di şerê didome de hem çekên ku hilberandibûn yek bi yek li ser Îranê ceriband. Balefirên bêmirov yên bombebaranê LUCAS, keştiyên bêmirov yên ÎDA û gelek çekên dema nû di şer de bikar anî an jî ceriband. Herwiha bi êrişên sîper ên dîjîtal jî binesaziya Îranê a dîjîtal jî hedef girt. Ev yek kir ku rayedarên Îranê yên payebilind nikarin bi alavên dijîtal bigerin, kar bikin û xebatên xwe bidomînin.
Li aliyê din ve faktorên cuda li qada şer a Ukraynayê jî li gel DYAyê çekên xwe yên pêş xistine ceribandin. Gelek balefirên bêmirov yên şer, fuze, û çekên komên biçûk yên leşkeran hedef digirin hatin ceribandin. Herwiha Ukrayna bêyî ku mirov kontrol bikin balefirên bêmirov şandin li ser Rûsyayê û di bin kontrola robotên şer de êriş pêk anî û leşkerên Rûs hedef girt. Ev yek sûcê şer, û pêşîlêgirtina sûcên şer careke din anî rojevê.
DYA şerê li dijî Îranê hem bi tifaqan dixwaze berfireh bike û hem jî dixwaze di demek nêz de encam bigire. Ji hewayê, behrê û dîjîtal êriş didomin. Êriş li gel derdorê kendavê ber bi navendên di kûrahiya Îranê de jî tên pêkanîn. Metirsî ew e ku bingeha şerê bejahî jî ava bibe. Li gel pevçûnan danekirinên aborî û dorpêça siyasî ya li ser Îranê jî girantir dibe. Li gorî lêkolînan Îran rojê 500 milyon dolaran ji ber şer û pevçûna zirar dike. Şer ne belavî Rojhilata Navîn bû. Îran di nava sînorên axa xwe de şer dike, carnan bi balefirên bêmirov êrişî welatên li derdorê xwe dike. Ji hêza xwe ya metirsîdar bêhtir li gorî êrişan bersiveke lewaz nîşan dide.
Her ku diçe Îran êrişên bersivdanê hêj lewaztir nîşan dide. Ev yek dike ku hêzên navxweyî yên rejîmê jî di nava xwe de perçeyî tevdigerin, hêzên leşkerî dixwazin li ser rêveberiyê bandora xwe zêdetir bikin. Hêzên leşkerî yên Rejîma Îranê dixwazin bi dirêjkirina şer ve DYAyê, Îranê û welatên endamtiya NATOyê dikin ji aliyê aborî ve têxe zorê.
Metirsiya Hawîrdorê: Girava Harkê
DYA dixwaze Îranê li herêmê bisînor bike, rêyên enerjî û bazirganiyê li gorî berjewendiyên xwe saz bike û ewlehiya wê têxe di bin kontrola xwe. Ev yek bi êrişan pêk neyê dibe ku li qada şer lê didome ya hezar û 500 kîlometreyan bi mudaxileyên hêzên hewayî şer li bejahiyê jî bideomîne, Îranê ji hêza şer û bersivdanê jî bixe. Li gel girava Hark Îran di kendavê de 31 giravan kontrol dike. Heke girvana Hark were hedefgirtin dê ev yek bibe kareseteke mezin a hawîrdorê.
Şer dirêj be dê şerê bejahî were rojevê
Li gorî çavkaniyên leşkerî ji bo girav were kontrolkirin sivê sal û nîvek pêwîst e û ji bo vê yekê pêk bîne jî divê 600 hezar leşker pêwist in. Ne li bendê ye ku mudaxileyeke leşkerî pêk were lê xuya ye ku ji bo DYA daxwazên xwe li Îranê bide kirin dê vê yekê wekî derfeteke teslîmgirtina Îranê bilêv bike.
Xuya ye ku heya DYA encamekê li gorî berjewendiyên xwe û ewlehiya Îsraîlê bi dest nexe dest ji mudaxileyên xwe bernade. Berdelên her du alî jî heta niha dene sedema li hev sorbûnê ya her du aliyan e.













