Stenbol – Di dîroka Tirkiyeyê de yek ji cihê sembola lêgerîna heqîqetê Qada Galatasarayê ya li Stenbolê ye, lê ev 8 sal in Qada Galatasarayê ji aliyê polîsan ve bi barîkatan hatiye dorpêçkirin û qad hatiye desteserkirin.
Li Stenbolê di nav civakê de gelek cihên bi wate û sembol hene. Di salên dawiyê de desthilat, ji bo tunekirina cihên sembolî, li ser gelek qadan polîtîkayên astengî û qedexekirinê pêk tîne. Gelek qad îro di binçavan de ne. Yek ji wan qadan jî Qada Galatasarayê ye.
Di dîroka Tirkiyeyê de salên 90î bi êş û zordariyan tije ye. Li dijî têkoşîna gelê Kurd ên salên 90î dewlet dest bi polîtîkayên şerê taybet kir. Kesên sivîl, kesên ku di nava têkoşîna demokratik û rêxistinên civakî de ked didan, hatin hedefgirtin. Bi hezaran kes hatin rewandin û kuştin. Îro aqûbeta hezaran kesan hê ne diyar e. Di 21ê Adara 1995an de di bûyerên li Taxa Gaziyê de Hasan Ocak hate binçavkirin û hate windakirin. Dayika Hasan Ocak ê Emîne Ocak, malbata û hevalên Hasan Ocak 55 rojan Hasan Ocak geriyan û di 15ê Gulana sala 1995an de cenazeya Hasan Ocak ê îşkece lê hatiye kirin, dîtin. Piştî cenazeya Hasan Ocak hate dîtin têkoşînek dest pê kir. Komek ku xizmên wan hatiye binçavkirin û windakirin di 27ê Gulana 1995an de li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyek kirin. Nadîre Mater û komekê ku wê demê kampanyaya ‘destê xwe nede hevalên min’ didan meşandin û piştî ku cenazeya Hasan Ocak hate dîtin, fikra çalakiyekê anîn ziman. Hate gotin her Şemî, di heman saetê de li Qada Galatasarayê çalakiyek li dar bixin. Li qadê dê çîroka kesên ku hatine windakirin bê xwendin. Navê çalakiyê jî bû çalakiya “Dayikên Şemiyê.”
Êrîşên polîsan
Her Şemî dayik û malbat li Qada Galatasarayê kom bûn. Di hefteya 170emîn de, 15ê Tebaxa 1998an de polîsan êrişî malbatan kir û ev êriş bi 7 mehan berdewam kir. 31 caran Dayikên Şemiyê hatin binçavkirin. Dayikên Şemiyê di 13ê Adara 1999an de li dijî êrişên polîsan neçar man navber bidin çalakiya xwe. Di êrişên 7 mehan de 431 kes hatin binçavkirin. Di hefteya 700an, 25ê Tebaxa 2018an de bi daxwaza Wezîrê Karên Navxwe yê wê demê Suleyman Soylû ve Qeymakamtiya Beyoglûyê çalakiya Dayikên Şemiyê qedexe kir. Polîs di hefteya 700an de êrişî girseyê kir û gelek kes bi îşkenceyê binçav kir. Suleyman Soylû derbarê qedexekirina çalakiyê de ev yek gotibû: “Xizmên windayan endamê rêxistinê ne. Di bin peyva dayikê de dixwazin mexduriyetî çêbikin. Me destû neda rast e, divê êdî dawiya vê îstîsmarê were.”
Ev 8 sal in Qada Galatasarayê di binçavan de ye

Piştî êrişa polîsan a hefteya 700an, çalakî li pêşiya avahiya ÎHDê berdewam kir. Nêzî 5 salan çalakî dûrî Qada Galatasarayê li pêşiya avahiya ÎHDê hate lidarxistin. Gelek caran li wir jî polîs êrişî çalakiyê kirin. Ji 11ê Mijdara 2023yan vir ve çalakî li Qada Galatasarayê li pêşiya barîkatên polîsan berdewam dike. Astengî hê berdewam dike. Ev nêzî 8 sal in Qada Galatasarayê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpeçkirin, Dayikên Şemiyê ev 3 sal in, di bin astengiya polîsan û li pêşiya barîkatên polîsan çalakiya xwe li dar dixin. Hê jî li qadê kotaya tevlibûna çalakiyê berdewam dike.
Yek ji şahidên çalakiyê Dayika Ferhat Tepe, Zubeyde Tepe ye. Zubeyde Tepe bi salan e tev li çalakiyê dibe, lê di salên dawiyê de bi sedema nexweşiya xwe zêde nikarê tev li çalakiyê bibe. Zubeyde Tepe derbarê astengiyên polîsan û armanca çalakiya xwe de ji ajansa me re axivî.
‘Qada Galatasarayê ji me re qedexe kirin, me girtin û xistin di bin çav de’

Zubeyde Tepe anî ziman ku Ferhat Tepe berî 34 salan di binçav de hatiye windakirin û wiha got: “Ev 34 sal e em edaletê dixwazin, em kujerê zarokên xwe dixwazin lê hê jî me tu tişt dest nexistî ye. Heta ku bijîn em ê li Qada Galatasarayê bin. 17 hezar kes hatin windakirin. Di sala 1995an de me dest bi çalakiyê kir. Me xwest bi vê çalakiyê aqûbeta zarokên xwe bizanin. Qada Galatasarayê ji me re qedexe kirin, me girtin û xistin di bin çav de. Me ji wan re jî got ‘zarokên me ji ber ku Kurd bûn hatin windakirin û em mafê wan dixwazin.’ Qada Galatasarayê sembola me bû lê ji me re qedexe kirin. Ev qad cihê me ye, em ê werin li wir û aqûbeta zarokên xwe bipirsin. Bi salan e ev bariyer li wir in, her ku diçû Qada Galatasarayê ji me re teng kirin. Em dîsa bang dikin bila kujerên zarokên me werin dîtin.”
Ferhat Tepe
Rojnameger Ferhat Tepe yê 19 salî ku ji bo rojnameya Ozgur Gundemê dixebitî, di 28ê Tîrmeha 1993yan de, li navenda bajarê Bedlîsê ji aliyê sê çekdaran ve hat revandin. Lê tevî daxwazên berdewam ên malbat û rojnameya ku ew lê dixebitî, hemû saziyên dewletê yên pêwendîdar girtina wî red kirin. Piştî revandinê, kesekî telefonî malbata Ferhat Tepe kir û îdia kir ku Ferhat Tepe ji aliyê endamên Tugaya Tolhildanê ya Tirk ve hatiye revandin û divê bavê wî, Îshak Tepe, ji serokatiya DEPê ya Bedlîsê îstifa bike û ji bo serbestberdana lawê xwe milyarek TL pere bide. Îshak Tepe bi raya giştî re parve kir ku wî dengê kesê di telefonê de nas kiriye ku dengê Fermandarê Tugaya Tetwanê Korkmaz Tagma bûye ku vê dawiyê di civînekê de gef li wî xwaribû.
Bi dawî bû.













