Hevserokê DBPê yê Wanê hiqûqnas Cemal Demîr giştînameya Wezareta Dadê ya derbarê sazkirina buroyên taybet bi navê “sûcên terorê” nirxand û wiha got: “ Hewceyî bi buro û ofîsên nû nîn e, pergala heyî ya darazê bes e.”
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an de, pêvajoyek nû ya bi navê Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir. Di vê çarçoveyê de di hefteyên dawî de xebatên li ser amadekirina qanûna çarçoveyî geş bûne.
Derbarê vê mijarê, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 20ê Tîrmehê de serdana Girava Îmraliyê kir û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Her wiha Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş jî serdana AKP, MHP, DEM Partî, Koma Yenî Yolê, ÎYÎ Partî û her wiha bi Kemal Kiliçdaroglu kir û li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî axivîn. Kurtulmuş da zanîn ku armanca wan ew e ku beriya Meclis biçe betlaneyê, vê pêşnûmeyê bînin ber destê Desteya Giştî ya Meclisê.
Di van rojên ku nîqaşên li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ya ji bo pêvajoyê zêdetir bûne, li ser fermana Wezîrê Dadê Akin Gurlek giştînameyek ji dozgeriyên 81 bajaran re hate şandin û xwest ku “Buroyên Lêpirsîna Sûcên Terorê” werin sazkirin. Ev jî di nav civakê de tê nîqaşkirin ev “buro” piştî ku qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê dê bixebitin û aktîv bibin.
Hevserokê DBPê yê Wanê hiqûqnas Cemal Demîr jî derbarê giştînameya Wezareta Dadê û amadekirina qanûna çarçoveyî de ji ajansa me re axivî.
‘Tevlêkirina aliyê îdarî û leşkerî serxwebûna darazê ji holê radike’
Cemal Demîr bal kişand ser avakirina mekanîzmayeke hevbeş di navbera darazê û hêzên ewlehiyê de û destnîşan kir ku ev yek li dijî prensîbên bingehîn ên hiqûqê ye. Cemal Demîr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Wexta ku ev mekanîzma çêdibe, her mehê carekê daîreya girêdayî leşkeriyê û ewlehiyê dê werin beşdarî van civînan bibin. Wê civînan di nav xwe de li dar bixin, nirxandinan bikin, encaman derxin û li gorî wê tev bigerin, wisa kar û xebatên edlî û dadî bikin. Lê li vir xeletiyeke mezin derdikeve holê. Li gorî rêgez û qanûnan, divê dozger û dadger jî di kar û xebatên xwe de azad bibin, serbest bin, bi serê xwe wan karan bikin. Di qanûna ku ew girêdayî wê ne û di destûra bingehîn de jî wisa dibêje, di kar û xebatên xwe de divê azad bin, serbest bin û di bin bandora kesî de nebin. Dema ku ew kesên girêdayî aliyê siyasî û îdarî yên dewletê werin beşdarî van kar û xebatan bibin, ev nabe karekî azad, nabe karekî dadwerî û nabe karekî dozgeriyê. Wî çaxî ev kar ji rêziknameya xwe, ji rist û rola xwe derdikeve û dibe karekî din. Ji ber wê jî ev mekanîzmaya ku vê gavê dixwazin bi cih bikin û bixin meriyetê, di nav xwe de rê li ber xeletiyan vedike. Di wî alî de divê bê nîqaşkirin.”
‘Mekanîzmayên wisa nehewce ne, pergala heyî bes e’
Cemla Demîr anî ziman ku hewcedariyeke wisa bi van mekanîzmayên nû yên wek “buroyên sûcên terorê” tine ye û wiha got: “Pêwîst nîn e bi rastî jî. Ji xwe di bin banê her dozgeriyekê de buroyên lêpirsînê hene, dikarin wan ofîsan jî ji bo vî karî bi kar bînin. Wexta ku li navçeyan lêpirsîn dest pê kir, ew navçe bi rêk û pêk û bi hêzeke lezgîn bişîne navendan, navendên ku dozgerî lê ne. Yanî hewceyî bi buro û ofîsên nû nîn e. Jixwe di pergala dozgeriyê de, di pergala dewletê de, di pergala dadgehan de ev ji berê de jî heye, di bingeha wê de jî heye. Dikarin wan bidin xebitandin. Ha ger ku dixwazin ev pêvajo bi rêk û pêk û di heman demê de bi hêz bi rê ve biçe, wî çaxî dikarin hinekî zêdetir dozger û dadgeran li wir peywirdar bikin. Wî çaxî baştir ev kar li gorî xwezaya xwe û li gorî pêdiviya xwe dê li pêş bikeve.”
‘Divê qanûna çarçoveyê bi lez bê Meclisê’
Cemal Demîr bang li Meclîsê kir ku bêyî derengketinê qanûnan derbixin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê bi lez ev qanûna çarçoveyê werê ser zemînê Meclîsê û zêde dereng nekeve. Divê bibe bersiva pêvajoyê, tiştên xirab û tiştên ne li gorî pêvajoyê bin di nav xwe de nehewîne û bê Meclisê. Ji xwe dozgerî û dadgerî jî amade ne ku li gorî wê pêvajoyê tevbigerin. Ev pêvajo dema ku qanûn ket pêşiya wê, dê berdewam bike û bigihîje encamê.”












