• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Dewleta Tirk destkeftiyên jinan kiriye armanc’

Medya Bal / AW

11 SIBAT 2025 - 08:17
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Navenda Nûçeyan – Rêvebera Rêxistina Sarayê Nesriya Bedra Mehmûd der barê êrîşên Dewleta Tirk en li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: “Di Şoreşa Rojava de jinan pêşengî kir û xebatên xwe yên li dijî pergala baviksalar didomînin. Dewleta Tirk a ku vê berxwedanê dibîne jinên pêşeng dike hedef û dixwaze di şexsê jinên pêşeng de vê şoreşê ji holê rake.”

Dewleta Tirk ji avakirina pergala demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve êrişên xwe bênavber didomîne û hewl dide vê pergala ku ji aliyê jinan û gelan ve hatiye avakirin ji holê rake. Êrişên Dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî hilweşandina rejîma Esad hê zêdetir bûn. Bi taybet êrişên li ser Bendava Tişrînê ku xwedî cihek stratejîk e gelek giran in. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên ku li ser bendavê pêk tên bi awayeke biryardar û dildar li ser bendavê kom dibin. Dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ji roja ku nobed ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye destpêkirin heta niha gelek welatî kuştin e. Di encama van êrişan de jinên pêşeng ên ku di nav xebatan de cih digirin jî bûne armanca êrişan.

Rêvebera Rêxistina Sarayê Nesriya Bedra Mehmûd têkildarî têkoşîna ku jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên li ser wan pêk tên ji Ajansa Welat re axivî.

Nesriya Bedra Mehmûd di destpêka axaftina xwe de pêvajoya avakirina pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Ji destpêka 2011an vir ve jin ji bo rêxistinkirina di qada siyasî, leşkerî, aborî û civakî li ber xwe didin. Jin bi rêya semîner û konferansan hewl didin perwerdeya dê jin karibin xwe çawa biparêzin û mafên xwe bi dest bixin, didin. Ji aliyê siyasî, leşkerî, civakî, aborî ve bi hev re civakê bi rê ve birin. Me dît jin çawa tev li hemû saziyan bûn, mala xwe û civakê çawa bi rê ve birin. Jin bûn pêşeng, jinan parast in, xwe û mala xwe parast in.”

‘Armanc hemû Sûriye ye’

Nesriya Bedra Mehmûd bi domdarî ev tişt anî ziman: “Me dît rêjîma Baasê û malbata Esad tevliheviyeke çawa li Sûriyeyê pêk anîbûn. Niha jî dewleta Tirk a ku dijminahiya me dike jî dixwaze tevliheviyê kurtir bike da ku karibe serweriya xwe îlan bike. Îro hedefa dewleta Tirk ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ew dixwazin hemû Sûriyeyê bikin bin xizmeta xwe.”

‘Gel dev ji zarokên xwe, zarok jî dev ji axa xwe bernadin’

Nesriya Bedra Mehmûd bal kişand ser têkoşîna ku li Bendava Tişrînê û wiha got: “Li ser Bendava Tişrînî ev demeke dirêj e têkoşîn li dijî êrişan tê dayîn. Dewleta Tirk li HSDê dixe. Gel jî ji bo zarokên xwe yên di nav HSDê de biparêze li ser bendavê ye. Ew bendava ku tê parastin ne tenê bendava Sûriyeyê ye. Heke ev bendav biteqe dê bandor li ser çandinî, ajal û axa hemû dewletên li derdorê bike. Dê Iraq bixwe jî jê bandor bibe. Gel ji bo ev ziyan çênebin diçin ser bendavê, lê dewlet ji bo çavên wan bitirsîne êrişî ser bendavê û gel dike. Dixwazin piştî bi destxistina bendavê êrişê Kobanê bikin. Lê ne gel dev ji zarokên xwe berdide ne jî zarokên wan dev ji axa xwe berdidin.”

‘Jin eşîra xwe diguherîn e’

Nesriya Bedra Mehmûd bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Wek tê zanîn Kobanê bi pêşengiya jinan di 2015an de ji DAIŞê hat rizgarkirin. Niha dewleta Tirk bi dagirkirina Bendava Tişrînê hewl dide bikeve Kobanê û hemû destkeftiyên jinan ji destê wan bigire. Lê jinên ku ewqas ked dane tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernadin û paşve gav navêjin. Ji destpêka şoreşê hata niha jin bi roleka girîng radibin. Di qadên leşkerî, siyasî, civakî de cihên xwe girtin. Jin di vê pêvajoyê de hem xwe li pêş xistin û hem jî civaka xwe li pêş xistin. Em dibînin ku jin bi keda xwe ew pergala baviksalar jî dişkîne. Jin bi salane di nav vê pergalê de dijîn lê bi keda xwe bi ser ket û hê jî bi ser dikevin. Dema em lê dinêrin jineke ku tev li xebatê dibe ne tenê mala xwe, hemû eşîra xwe diguherîne. Wek ku me got di Şoreşa Rojava de jinan pêşengî kir û xebatên xwe yên li dijî pergala baviksalar didomînin. Dewleta Tirk a ku vê berxwedanê dibîne, jinên pêşeng dike hedef. Dewleta Tirk dixwaze di şexsê jinên pêşeng de vê şoreşê ji holê rake.”

Etîket: Bakur û Rojhilatê Sûriyêbendava tişrînêdewleta TirkJinRojavaŞoreşa Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne