Li Silêmaniyê bi merasîmekê Rojnamevan Soran Mame Heme di salvegera 18an a şehîdbûna xwe de hate bibîranîn. Xelata Soran Mame Heme ya îsal diyarî Îlham Ehmed hate kirin.
Di saetên êvarî de li navenda Saziya CDOyê ya li bjarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê bi amadebûna gelek rewşenbîr û çalakvan bi dirûşma ‘Heyva Erxewanî ya Soranî Mame Heme Qet Ava Nabe’ di salvegera 18’an de Soran Mame Heme hate bibîranîn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre rojnamevan û hevalê Soran Mame Heme, Ehmed Mîre axivî û spasiya malbat û hemû kesên amade kir û got: “Soran bûyerên ku dixwestin civakê tine bike, ronî dikir. Soran bû qurbanê dagirkeriya desthilatê li Kerkûkê. Ji bo Soran karê rojnamevanî gotina gotinên rast bû. Lê rê nedanê. Ji bo wê parastina peyv û rastiyan bû çandek.‘‘
Di dewama merasîmê de Karwan Enwer peyama Liqa Silêmanî ya Sendîkaya Rojnamevanî ya Kurdistanê xwend. Di peyamê de ev hate gotin: “Piştî Soran gelek kes din jî hatin qetilkirin. Êrişên li ser rojnamevanan berdewamin. Bila sûcdar baş bizanin ku Soran zindî ye, li ser mijarekê hatiye qetilkirin ku ew mijar a me tevan e.
Daxwaza me ew e ku dosyaya rojnamevanan li dadehê bê çareserkirin. Sûcdar bên dadgehkirin û girtin. Saziyên navneteweyî diyar dikin ku Kurdistan ji bo rojnamevanan bûye qadeke xeternak. Em jî piştrast dikin ev gotin raste. Niha rojnamevan li ser raman azad û derbirînê di girtîgehê de ne, sûcdar jî li dervene.”
Rêveberê Navenda Metro Diyar Mihemed li ser navê saziya xwe peyamek da û got: “Sûcdar wisa dizanin ku bi borîna demê re wê bên jibîrkirin, va hûn dibînin salane tên bibîranîn. Ev bîranîn wê xeyala sûcdaran vala derdixe. Di dema vê bîranînê de niha li Silêmanî û Hewlêr qenalên ragihandinê tên girtin û talankirin. Di dema vê bîranînê dikin de dadgeh biryarên xwe di berjewendiyên rojnamevanan de nade. Rojnamevan û azadîxwaz girtî ne. Li şûna yasaya rojnamevanî bê bikaranîn yasayên xirab û amûrên têkiliyê xirab tên bikaranîn. Di demekê de rojnamevan tê gilîkirin û tolê ji wan digirin. Spasiya wan dikim ku bi wêrekî karê rojnamevaniyê dikin.”
Di merasîmê de, peyama malbata Soranî Mame Heme ji aliyê Mutesem Necmedîn ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin; “Em wekî malbata Şehîd Soran dixwazin spasiya hemû kesên ku doza şehîd Soran û şehîdên din ên rêya azadiyê diparêzin bikin. Xofnak difikirin ku bi kuştina rojnamevanan ew giyanê azadiyê bi dawî dikin. Lê rêya şehîdan berdewam dike.”
Her wisa di dewama peyamê de ev tişt hatin gotin; “Van rojan em dibînin ku çawa xwîna ciwanên Kurd di şerê di navbera Îran û DYAyê tê rijandin û aliyên siyasî yên Kurd hewl didin ku malbatên xwe biparêzin, ne pirsgirêkên netewî. Ev rejîm israr dike ku kujerên Soranî Mame Heme eşkere neke. Bi vê boneyê, em heman daxwazên salên berê dubare dikin. Ji destpêka bûyerê ve, me guman li partiyek desthilatdar ku ew jî PDK’e kiriye û em ê heta ku sûcdar neyên cezakirin, dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
Di dawiya merasîmê de, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed hêjayî Xelata Soranî Mame Heme hate dîtin. Xelat ji aliyê Nûnera Kongra Star ya Başûrê Kurdistanê Necme Elûş ve hate wergirtin.
Her wisa peyama Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ya ji bo merasîmê ji aliyê Necme Elûş ve hate xwendin.
Di peyama Îlham Ehmed de wiha hate gotin; “Ez spasiya we dikim ku we ez wekî jinek ku beşek ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne, destnîşan kir. Ez serbilind im ku mertala rûmetê ya Şehîd Soranî Mame Heme werdigirim, ku li ser navê yek ji şehîdên azadîxwaz têm xelatkirin. Hemû têkoşînên me ji bo azadiyê ne. Azadiya çapemeniyê beşek yekgirtî ya armancên me ye.
Rojnamevanên me yên ciwan her tim ji bo azadiya vî welatê xweşik, ji bo Kurdistanek ku azadiya ramanê diparêze canê xwe feda dikin. Ragihandinê di têkoşîna azadiya gelê me de, bi taybetî di bûyerên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê de, roleke mezin leyîstiye. Rojnamevanan kêleka şervanan parastina axa welat û gelê xwe kirin.”
Piştre, xelata duyemîn ya Soranî Mame Heme pêşkeşî Mehmûd Elî, ku bi navê Mehmûd Namo jî tê nasîn, dostê Soranî Mame Heme û endamekî çalak yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê hate kirin. Xelata wî ji aliyê birayê Şehîd Soran, Seyîd Ferman ve hate dayîn.
Piştî wergirtina xelatê, Mehmûd Namo di merasîmê de axaftinek kurt kir û wiha got; “Her dem ku dor tê ser karê ragihandinê û rûbirûbûna her mijarekî bê kirin, wêrektiya Soranî Mame Heme tê de ye. Ez serbilindim ku carekê hevalê Soranî Mame Heme bûm. Divê em baweriya xwe bi rastiyê bînin, ne tenê bi gotinên li ser ekranê yên kesên ku Şehîd Soran şehîd kir.”













