• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îdianameya rojnameger Demîr û Ekîn hat amadekirin

Navenda Nûçeyan / AW

10 SIBAT 2025 - 12:53
Kategorî: DARAZ
A A
Di îdianameya rojnameger Necla Demîr de bernameyên têkildarî tundî û binpêkirinên mafên jinan weke sûc hatin nîşandan. Ji bo Xwediyê Produksiyona Medya Guncelê Welat Ekîn jî îdiaya “rayedarê Medya Haberê” hat kirin.

Rojnameger Necla Demîr Arvas 17ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li mala xwe ya li Stenbolê hatibû binçavkirin. Necla Demîr di 20ê Çileyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. Lêpirsîna der heqê Necla Demîr de hate temamkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îdianameyeke ji 53 rûpelan pêk tê amade kir û cih da dîrokçeya PKK/KCKê û sazûmankariya wê ya rêxistinî.

Li gorî nûçeya nûçegihana MAyê Dîren Yurtsever; di îdianameyê de bernameya “Polîtîk Kadin” a Necla Demîr pêşkeş dike jî cih girt. Di îdianameyê de hate gotin ku Medya Haber TV hevpeyvînên bi rayedarên PKK û KCKê re parve dike û parvekirina bernameya “Polîtîk Kadin” ya di vê televîzyonê de weke “têkiliya rêxistinî” hate îdiakirin. Di îdianameyê de hate îdiakirin ku Medya Haber TV weşanên “pesnê rêxistinê” dide û “piştgiriyê dide rêxistinê” dike. Lê belê di îdianameyê de nehat diyarkirin bê ka Necla Demîr di bernameyê de çi îfadeyên “pesindayin û piştgiriya rêxistinê” bi kar aniye.

Di îdianameyê de 8 bernameyên Necla Demîr weke “delîl” cih girtin û ne gotinên Necla Demîr ên di bernameyê de lê gotinên mêvanên wan weke “sûc” hatin nîşandan. Di îdianameyê de qeydeke telefonê jî cih girt û axaftina Necla Demîr ya bi mêvanê bernameyê re weke sûc hate nîşandan.

‘Rojevên jinan’ weke sûc hat nîşandan

Di îdianameyê de rojevên têkildarî jinan ên Necla Demîr di bernameya “Polîtîk Kadin” de li ser sekinî weke delîlên sûc hatin nirxandin. Di îdianameyê de mijarên weke Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a 25ê Mijdarê, veneqetandina bûdçeyê ya ji bo jinan, binpêkirinên mafan ên di sala 2023yan de, bernameya têkildarî komkujiyên ser jinan, xebatên sivik û jidûrve, çalakiyên jinan ên li dijî tundiyê, li herêmên erdhejê tundiya li ser jinan, nîqaşên ser destûra bingehîn û bernameyên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan weke sûc di îdianameyê de cih girtin.

Ji ber gotinên mêvanan ên di bernameyên navborî de û weşandina bernameyan a ji hêla Medya Haber TVyê ve îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate kirin û hat xwestin ku Necla Demîr were cezakirin.

Îdianame ji hêla 23yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin.

Welat Ekîn kirin ‘Rayedarê Medya Haberê’

Der heqê rojnameger Welat Ekîn de jî ku di çarçoveya heman operasyonê de hate binçavkirin û girtin jî îdianameya ji 8 rûpelan pêk tê hate amadekirin. 4 rûpelên îdianameyê ji dîrokçeya PKK/KCKê pêk tê. Tevî ku Ekîn rayedarê Produksiyona Guncelê ye û ewraqên fermî hene jî di îdianameyê de Ekîn weke “rayedarê Medya Haber TV” hate nîşandan.

Ekîn ku beriya xebata Produksiyona Guncelê demekê li Ajansa Mezopotamyayê (MA) nûçegihantî kiribû. Qerta saziya MAyê ya li ser Ekîn hatiye girtin jî di îdianameyê de weke “delîl” hate nîşandan.

Bi hincetên li jor hatine destnîşankirin, ji bo Ekîn îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate kirin.

Îdianameya Ekîn jî ji aliyê 23yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin.

Etîket: binçavkirinGirtinRojnameger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

18 ÎLON 2026
Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin berdan

9 binçavkiriyên li Amedê bi şerta kontrola edlî hatin berdan

5 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan

4 ÎLON 2026
Mardîn de xeylê kesî ameyê destbendkerdene

OHD: Binçavkirinên li Amedê li dijî ruhê pêvajoyê ye

3 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

3 ÎLON 2026
Li dijî ÎBBê oprasyoneke nû

Li dijî ÎBBê oprasyoneke nû

3 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne