• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

OHDê rapora xwe ya 6 mehan a binpêkirinên mafan eşkere kir

Enqere / AW

16 TÎRMEH 2026 - 14:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHDê ya Enqereyê rapora xwe ya 6 mehan a binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Anatolyaya Navîn eşkere kir û xwest dawî li binpêkirinên mafan were.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê rapora xwe ya 6 mehan a di Çile û Hezîrana 2026an de ya derbarê binpêkirinên mafan ên girtîgehên herêma Anatolyaya Navîn li avahiya xwe bi daxuyaniyekê ve eşkere kir. Endamên komaleye tevlî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehan Berfîn Babaoglu ve hat xwendin.

Berfîn Babaoglu diyar kir ku wan derbarê girtîgehên, Afyon, Bolvadîn, Çorum, Sungurlu, Eskîşehîr, Karabuk, Kirikkale, Kirşehîr, Sîncan û Yozgatê rapor amadekirine.

Berfîn Babaoglu diyar kir ku di girtîgehan de binpêkirinên mafan zêdebûnê û wiha got: “Berdanên bişert bi awayekî keyfî tên astengkirin. Lijneya Çaderî û Îdareyê wek dadgeheke 2yemîn bi kar tînin. Mafê tenduristiyê bi awayekî pergalî tê astengkirin. Girtiyên nexweş bi rêkûpêk nikarin bigehêjin tedawiyê. Di girtigehan de kirinên wek îşkence û muameleyên bêrûmetî berdewam dikin. Li ser girtiyan lêgerînên nav dev û bi kelemçeyê ve dermankirin tê ferzkirin. Ew yek jî ji bo gihiştina tedawiyan astengî derdixe pêşiya girtiyan. Di girtîgehan de sepanên tecrîdê û astenkirina mafên civakî didomin. Di girtigehan de girtiyên ev 4 sal in di bin tecrîde de dimînin hene. Girtiyên di girtîgehên Girtî yên Ewlehiyên Bilind û Tîpa S bi awayekî tecrîdê ve hatine avakirin. Girtiyên li van deran dimînin ji aliyê derûniyê ve pirsgirêkên giran dijîn. Mafê zimanê dayikê yê girtiyan tê astengkirin.”

Berfîn Babaogulu anî ziman ku ew bang di serî de Wezareta Dadê û hemû nûnerên îdarê û darazê dikin ku van gavan biavêjin û gavên bên avêtin jî wiha rêz kir:

* Girtiyên ku di bin şert û mercên girtigehê de nikarin bigihêjin tedawiyê divê ji bo van çareseriyên din bên dîtin. Divê li ber nexweşiyên wan cezayên wan bêne paş ve xistin.

*Divê sepanên weke lêgerîna nava dev û lêgerinê tazî bi dawî bibin û sewqkirinên girtiyên nexweş neyê dereng xistin û girtiyên nexweş divê di girtigehên nêzî malbatên xwe de werin girtin.

*Divê gihiştina girtiyan ava paqij û xwerinên rêkûpêk neyê astengkirin û xwe gihiştina malzemeyên hijyen û paqijiyê pêkan bibe.

*Divê girtiyên nexweş di şert û mercên paqij de bigihêjin saziyên tenduristiyê û sepanên muaneyên bi kelempçeyê dawî bibe.

*Divê ji bo êrişên di serê sibe û şev dibin de kiryarên wek zirarê didin tiştên girtiyan û tundî li wan tê kirin lêpirsînên rêkûpêk werin kirin.

*Divê astengiyên bi keyfî yên li pêşiya axaftin, werzîş û atolyayan bi dawî bibin.

*Divê girtigehên wek Ewlehiyên Bilind a Girtî (YGC) û Tîpa S ê ku ji bo tecrîde hatiye avakirin an gav bi gav werin girtin an jî şert û mercên wan werin sereraskirin.

*Divê mafê parastina bi zimanê dayikê bi zagonan were bikeve bin ewlehiyê û nivîsandinên bi Kurdî divê neyê astengkirin.

*Divê kotayên pirtûkan û qedexekirinên xwe gihandina rojname, kovar û televîzyonê bi dawî bibin.

*Divê kiryarên Lijneya Çavderî û Îdareyê yên wek nirxandina ‘rewşa baş’ bi dawî bibe.

*Divê daxwaza girtiyên nexweş ên dixwazin girtigehên nêzî malbatên xwe bin, pêk were, divê sepanên surgunê dawî bibe.

*Divê derbarê daxwaznameyên ku girtî dişînin û aqûbêta wan de agahî ji girtiyan re bê dayîn.

*Divê zagon li gor rûmeta mirovahiyeyê bên çêkirin.

*Divê biryarên Navendên Îdareya Çavderiyê ku dibe sedemên şewitandina înfazê ji holê rabe.”

Etîket: Anatolyaya NavîngirtîgehKomeleya Hiqûqnasên Ji Bo AzadiyêOHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

‘Heta hovîtî li girtîgehan bi dawî dibe em li vir in’

20 MIJDAR 2026
OHD: Bila qirêjkirina ax, av û jîngehê ya li Gabarê were lêkolînkirin

OHD: Bila qirêjkirina ax, av û jîngehê ya li Gabarê were lêkolînkirin

19 MIJDAR 2026
Li Girtîgeha Osmaniyeyê jin rastî lêgerîna tazî û muameleya xirab tên

Li Girtîgeha Osmaniyeyê jin rastî lêgerîna tazî û muameleya xirab tên

19 MIJDAR 2026
Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

19 MIJDAR 2026
‘Birêz Ocalan pirsgirêka Kurd ji sêdarê anî zemîna hiqûqê’

‘Birêz Ocalan pirsgirêka Kurd ji sêdarê anî zemîna hiqûqê’

15 MIJDAR 2026
Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

15 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne