• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Encamnameya Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ hat eşkerekirin

Navenda Nûçeyan

16 TÎRMEH 2026 - 13:41
Kategorî: ROJANE
A A
Encamnameya Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê’ ku duh hat lidarxistin, bi raya giştî re hat parvekirin. Di encamnameyê de hatiye gotin ku di serî de dewleta Iraqê divê hemû dewlet jenosîdê nas bikin û qanûna jenosîdê pêk bînin.

Duh li Geliyê Kersê yê Çiyayê Şengalê, ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve kongreyek bi boneya 12yemîn salvegera fermanê, bi dirûşmeya ‘Edaleta Veguhêz Wê Bibe Bingeha Entegrasyona Demokratîk’ û bi beşdariya 200 kesan pêk hat. Di konferansê de 3 panelên taybet bi rewşa civaka Êzidî hatin dayîn. Îro jî encamnameya konferansê bi raya giştî re hat parvekirin.

Encamnameya ku ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê ve hat ragihandin, wiha ye:

“Em wekî gelê Êzidî bi hezaran sal in rastî qirkirin û fermanan tên. Heta niha jî êriş li ser me qut nebûne. Bi van êrişan erdnîgariya me parçe parçe kirin, em ji welatê me dûr kirin. Hejmareke ne diyar şehîd û windayiyên me çêbûn. Xwestin zimanê me tune bikin, baweriya me bişkînin. Bi hezaran sal in li ser çand û nasname me êriş hene. Ev êriş di bin gelek maneyên cuda de çêbûne. Hinekan xwestin me bikin eskerên xwe, hinekan jî xwestin gund û çiyayên me ji me bistînin û hinekan jî xwestin baweriya me bidin guhertin. Lê di esas de armanca her yek ji wan êrişan tunekirina hebûna me bû.

Herî dawî di 3yê Tebaxa 2014an de fermana hat serê me ji hemû fermanên din cudatir bû. Li pêş çavê hemû dinyayê bi îxanet û hevkariya gelek dewlet û aliyan yek ji êrişên herî hovane bû ku di dîrokê de nehatiye dîtin. Hemû pîrozî, civak û warê me ket ber vê êrîşê. Hezaran zarok û jin hatin revandin, bi hezaran însan hatin qetilkirin û bi sedhazaran însanên me koçber bûn. Jin û zarok di bazaran de hatin firotin. Hîn bi hezaran şehîdên me di gorên komî de ne. Teslîmkirina hestiyên me li me dikin wek îşkenceyê. 12 sal ser jenosîdê re derbas bû lê hîn cenazeyên me li erdê ne. Bi sedhezaran însanên me hê jî di kampan û welatên cuda de nikarin vegerin welatê xwe. Hîn kavilên xaniyên me li erdê ne. Yek sûcbar nehatiye cezakirin. Berovajî ew kes hê jî weke gefekê li derdora me hatine bicihkirin. Şengal hê jî bê statu ye. Zarokên Şengalê ku dixwazin gelê xwe biparêzin ji gelek aliyan ve rastî êrîşan tên.

Ev konferansa îro ku hemû aliyên Êzidî yên welat û derveyî welat, bi dostên xwe yên ji Iraqê bigire heta Ewropa û welatan nîşan da ku îradeye Êzidî û dostên xwe daniye holê îradeya çareseriyê ye. Dîsa bi rêya vê konferansê em dixwazin ji bo pêçandina birînên me hemû aliyên peywendîdar bi erka xwe rabin. Di serî de dewleta Iraq û hemû dewlet jenosîdê nas bikin û qanûna jenosîdê pêk bînin. Îrade, nasname û baweriya me qebûl bikin ku em îro dixwazin bi entegrasyoneke demokratîk mafê xwe mîsoger bikin. Çawa ev civak dewleta Iraqê dewleta xwe dibîne dewleta Iraqê jî divê vî gelî bê cudahî weke pêkhateya xwe ya esasî bibîne.

Dîsa di vê konferansê de ji bo pêşîgirtina qetlîamên nû girîngiya yekîtî û sazîbûna gelê Êzidî hatiye niqaşkirin û ji bo demên pêş biryarên girîng hatine girtin. Bi taybet ji bo pêkanîna qanûna jenosîd li welat û derveyî welat biryara mezinkirina têkoşîn û sazîbûnê hatine girtin. Dîsa bi desteka dost û hevalên xwe ji bo entegrasyoneke demokratîk ku weka projeya çareseriya ji bo Rojihilta Navîn ku Rêber Apo pêşkêş kiriye civaka Êzidî jî dikarin hebûn, çand û baweriya xwe biparêzin bi hemû aliyan re hatiye nîqaşkirin û biryara ketina tevgerê hatiye girtin.

Civaka Êzidî li gor qanûnên ku zemîna çareseriyê têde heye, mekanîzma werin avakirin da ku karibe nexşerêya entekrasyona demokartîk dayîne holê, ne siyaseta ku di helîne, entegrasyoneka demopokartîk ku di nava xwe de dihewîne.

Li ser vî esasî di konfiransê de gelek biryarên girîng hatin girtin ku ji vê demê û şûnde kar û xebat li ser wan kirin û civaka Êzidî xwe bi xwe çarenûsa xwe diyar bike;

1- Ew konferans wekî yekemîn konferansa jenosîd were qebûlkirin û di salên pêşiya me de dewam bike.

2- Ji bo jenosîd were naskirin saziyeke ji bo vî karî rabe were avakirin.

3- Ji bo arşîva fermanê ku niha ne di destê gelê Êzidî de ye, xebat were meşandin û komkirin.

4- Ji bo şopên fermanê neyên jibîrkirin Şengala kevn wekî Mûzaxane were tenzîmkirin.

5- Ji bo jinûva avakirina Şengalê bi hemû aliyên peywendîdar re têklilî were danîn.

6- Ji bo misogerkirina mafê gelê Êzidî pêkanîna entegrasyonekî demokratîk xebat werin xurtkirin.

7- Ji bo naskirina jenosîdê di hemû aliyan de xebat meşandin.”

Etîket: civaka ÊzidîEntegrasyona DemokratîkfermanJenosîdSengal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

29 COTMEH 2026
YBŞ-YJŞê peymana bi Bexdayê re ragihand: Şervanê me beşdarî ewlehiya federal dibin

YBŞ-YJŞê peymana bi Bexdayê re ragihand: Şervanê me beşdarî ewlehiya federal dibin

26 COTMEH 2026
Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

26 COTMEH 2026
‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

23 ÎLON 2026
Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

22 ÎLON 2026
Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne