Gelek welatiyên Amedê ji ber germahiya ku gihiştiye 42 dereceyan li cihê hênik digerin. Gelek welatî ku ji bo nimêja nîvro diçin Mizgefta Mezin a li Sûrê, piştî nimêjê xwe li mizgeftê dirêj dikin û dikevin xew.
Mizgefta Mezin a ku li navçeya Sûrê ya Amedê ye yek ji giringtirin û pîroztirin şûnwarên dîrokî yên Kurdistanê û hemû cîhana îslamî ye. Ev mizgeft ji aliyê gelek zanyar û dîroknasan ve jî tê gotin ku berê dêr bûye. Di van rojên havînê de xelkê bajêr hem ji bo îbadetên xwe bicih bîne û hem jî ji bo parastina ji germahiya zêde li vir kom dibin. Welatiyên ku ji bo nimêja nîvro diçin mizgeftê, piştî nimêjê dikin, li mizgeftê xwe dirêj dikin û dikevin xewê. Ji ber ku mizgeft hênik e welatî dixwazin heta nimêja danê esir li vir bêhna xwe berdin.
Her wiha rojane gelek geştiyar jî tên serdana mizgeftê. Lê belê di bin germahiya dijwar a havînê de, ev şûnwarê dîrokî ji bo Amediyan zêdetir dibe sitargeheke hênik û qada bêhnvedanê.
Wêne: Sîpan Batmaz
















