Stenbol – Rewşan Doner ev 22 in li Stenbolê di nava Dayikên Aştiyê de têdikoşe. Ji malbata Rewşan Donerê 30 ciwan berê xwe dan li çiyayên Kurdistanê û ji wan 23 kes jiyana xwe ji dest dan. Rewşan Doner derbarê serpêhatiyên xwe de axivî û got: “Du apên min hatin kuştin, yek birayê min şehîd ket. Birayekî min ev 4 car in em vedişerin. 4 caran bi awayekî hovane ji gora xwe hate derxistin. Tevî êşên ku me kişandine jî dayik aştiyê dixwazin.”
Herêma Xerzanê ya ku Kurd her tim berxwedanek mezin raber kirine ciheke girîng e. Li dijî berxwedana gelê Kurd ya li Xerzanê jî êrişên dewletê jî bênavber dom kirine. Yek ji cihê ku hem bexwedan hem jî êriş û zext li pêş ketine, Gundê Kunduz ê Xîzana Bedlîsê ye.
Rewşan Doner di sala 1974an de li Gundê Kunduz ê Xîzana Bedlîsê tê dinê, ji demên herî tarî û bi êş re şahidiyê dike. Her hefteyê leşker diavêjin li ser Gundê Kunduzê, jiyanê li gundiyan reş dikin û îşkenceyê li gundiyan dikin. Du apên Rewşan Donerê ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin. Bi sedema zordariya dewletê tevahiya malbata Donerê neçar dimîne û koçî metrepolên Tirkiyeyê bike. Rewşan Doner jî bi malbata xwe re koçî Stenbolê dike û ji sala 1993yan ve li Stenbolê dijî. Piştî ku Rewşan Doner tê Stenbolê zext û zordariya dewletê jî li pey wan tê. Bi sedema zext û zordariya dewletê ji Malbata Donerê 30 ciwan berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Rewşan Doner ev 22 sal in li Stenbole di nava Dayikên Aştiyê de têdikoşe. Di her çalakiyan de bi hevrêyên xwe re li pêş e. Lê ev 5 meh in Rewşan Doner ji ber sedema qezaya trafîka nikarê tev li çalakiyan bibe û ji bo dermenkirinê her roj diçe li cem bijîşk.
Rewşan Doner derbarê serpêhatiya xwe ya têkoşînê axivî.
‘Ji 30 tevlîbûnan 23 kes şehîd bûn’
Rewşan Doner diyar dewletê her tim êrişî malbata wan kiriye, bi çavê dijminatiyê li wan nêriye û got: “Ji salên 90î her hefteyê operasyon li gundê me pêk dihat. Apê min mele Îbrahîm Dundar ji salên 80êyan gelek caran hate binçavkirin û salekî girtî jî ma. Di girtîgehê de gelek îşkencê lê hatiye kirin. Di salên 90î de apê min Mela Îbrahîm Dundar li Gundê Usê melatî dikir. Rojekî leşkeran avêtibû li ser gundê Usê û apê min di nava gund de şehîd kirin. Di sala 1994an de dîsa leşkeran apê min ê bi navê Xurşît Doner di meha Adarê de ji malê derxistin û ew jî şehîd kirin. Serê apê min Xurşît jê kiribûn. Laşê wî min li erdê dît. Paşê jî gundê me hate şewitandin. Malbata me belavî metropolan bû. Piştî em hatin bajaran zext û zordarî berdewam kirin. Ji malbata min 30 kes tev li rêxistinê bûn. Ji wan 23 kes şehîd ketin, tenê cenazeya 4 kesan me veşart. Birayeke min jî tev li rêxistin û ev 4 car in em vedişerin. 4 caran bi awayekî hovane ji gora xwe hate derxistin.”

‘Divê em aştiyê bînin li vî welatî’
Di berdewamiya axaftina xwe de Rewşan Doner destnîşan kir ku ew di sala 1993yan de ew koçî Stenbolê kirine û wiha behsa serpêhatiye xwe kir: “Piştî em hatin Stenbolê me gelek zordarî dîtin. Xwediyên xaniyan malên xwe ji bo kirêkirinê nedidan me. Ev laçika li serê min sembolê aştiyê ye. Lê dema me didîtin digotin ‘hûn Kurd in û terorîst in.’ Ev 21 sal e ez li Stenbolê di nava Dayikên Aştiyê de cih digirim. Ji salên berê ve ez di nava xebatan de me. Tevî êşên ku me kişandine jî dayik aştiyê dixwazin. Jixwe wateya aştiyê gelek girîng e. Divê em aştiyê bînin li vî welatî.”

‘Em ji bo kes nemire têkoşiyan’
Rewşan Doner bal kişand ser armanca têkoşîna xwe û wiha derbirî: “Ji bo tu kes jiyana xwe ji dest nede me xebat dane meşandin. Hezaran ciwan hatin kuştin. Bi salan e li Stenbolê dixebitim. Gelek caran di çalakiyan de ez hatim binçavkirin. Newrozekî ya salên 2000an de li Topkapiyê bi zarokê xwe re rastî îşkenceya polîsan hatim. 41 rojan ez ji ber wê îşkenceyê çûm li nexweşxaneyê. Di Adara vê salê de ji bo em qert ji girtiyan re bişinin diçûn saziya me û di rê de min qezayekî trafîkê derbas kir. Saetekî ez li erdê mam. 2 meh û 15 roj in ez li nexweşxaneyê mam. Ji serê xwe jî aciz im. Her roj diçim li cem bijîşk.”













