• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jiyana bi êş û têkoşînê hatiye honandin: Rewşan Doner

Omer Demîr / AW

13 TÎRMEH 2026 - 09:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Rewşan Doner ev 22 in li Stenbolê di nava Dayikên Aştiyê de têdikoşe. Ji malbata Rewşan Donerê 30 ciwan berê xwe dan li çiyayên Kurdistanê û ji wan 23 kes jiyana xwe ji dest dan. Rewşan Doner derbarê serpêhatiyên xwe de axivî û got: “Du apên min hatin kuştin, yek birayê min şehîd ket. Birayekî min ev 4 car in em vedişerin. 4 caran bi awayekî hovane ji gora xwe hate derxistin. Tevî êşên ku me kişandine jî dayik aştiyê dixwazin.”

Herêma Xerzanê ya ku Kurd her tim berxwedanek mezin raber kirine ciheke girîng e. Li dijî berxwedana gelê Kurd ya li Xerzanê jî êrişên dewletê jî bênavber dom kirine. Yek ji cihê ku hem bexwedan hem jî êriş û zext li pêş ketine, Gundê Kunduz ê Xîzana Bedlîsê ye.

Rewşan Doner di sala 1974an de li Gundê Kunduz ê Xîzana Bedlîsê tê dinê, ji demên herî tarî û bi êş re şahidiyê dike. Her hefteyê leşker diavêjin li ser Gundê Kunduzê, jiyanê li gundiyan reş dikin û îşkenceyê li gundiyan dikin. Du apên Rewşan Donerê ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin. Bi sedema zordariya dewletê tevahiya malbata Donerê neçar dimîne û koçî metrepolên Tirkiyeyê bike. Rewşan Doner jî bi malbata xwe re koçî Stenbolê dike û ji sala 1993yan ve li Stenbolê dijî. Piştî ku Rewşan Doner tê Stenbolê zext û zordariya dewletê jî li pey wan tê. Bi sedema zext û zordariya dewletê ji Malbata Donerê 30 ciwan berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Rewşan Doner ev 22 sal in li Stenbole di nava Dayikên Aştiyê de têdikoşe. Di her çalakiyan de bi hevrêyên xwe re li pêş e. Lê ev 5 meh in Rewşan Doner ji ber sedema qezaya trafîka nikarê tev li çalakiyan bibe û ji bo dermenkirinê her roj diçe li cem bijîşk.

Rewşan Doner derbarê serpêhatiya xwe ya têkoşînê axivî.

‘Ji 30 tevlîbûnan 23 kes şehîd bûn’

Rewşan Doner diyar dewletê her tim êrişî malbata wan kiriye, bi çavê dijminatiyê li wan nêriye û got: “Ji salên 90î her hefteyê operasyon li gundê me pêk dihat. Apê min mele Îbrahîm Dundar ji salên 80êyan gelek caran hate binçavkirin û salekî girtî jî ma. Di girtîgehê de gelek îşkencê lê hatiye kirin. Di salên 90î de apê min Mela Îbrahîm Dundar li Gundê Usê melatî dikir. Rojekî leşkeran avêtibû li ser gundê Usê û apê min di nava gund de şehîd kirin. Di sala 1994an de dîsa leşkeran apê min ê bi navê Xurşît Doner di meha Adarê de ji malê derxistin û ew jî şehîd kirin. Serê apê min Xurşît jê kiribûn. Laşê wî min li erdê dît. Paşê jî gundê me hate şewitandin. Malbata me belavî metropolan bû. Piştî em hatin bajaran zext û zordarî berdewam kirin. Ji malbata min 30 kes tev li rêxistinê bûn. Ji wan 23 kes şehîd ketin, tenê cenazeya 4 kesan me veşart. Birayeke min jî tev li rêxistin û ev 4 car in em vedişerin.  4 caran bi awayekî hovane ji gora xwe hate derxistin.”

‘Divê em aştiyê bînin li vî welatî’

Di berdewamiya axaftina xwe de Rewşan Doner destnîşan kir ku ew di sala 1993yan de ew koçî Stenbolê kirine û wiha behsa serpêhatiye xwe kir: “Piştî em hatin Stenbolê me gelek zordarî dîtin. Xwediyên xaniyan malên xwe ji bo kirêkirinê nedidan me. Ev laçika li serê min sembolê aştiyê ye. Lê dema me didîtin digotin ‘hûn Kurd in û terorîst in.’ Ev 21 sal e ez li Stenbolê di nava Dayikên Aştiyê de cih digirim. Ji salên berê ve ez di nava xebatan de me. Tevî êşên ku me kişandine jî dayik aştiyê dixwazin. Jixwe wateya aştiyê gelek girîng e. Divê em aştiyê bînin li vî welatî.”

‘Em ji bo kes nemire têkoşiyan’

Rewşan Doner bal kişand ser armanca têkoşîna xwe û wiha derbirî: “Ji bo tu kes jiyana xwe ji dest nede me xebat dane meşandin. Hezaran ciwan hatin kuştin. Bi salan e li Stenbolê dixebitim. Gelek caran di çalakiyan de ez hatim binçavkirin. Newrozekî ya salên 2000an de li Topkapiyê bi zarokê xwe re rastî îşkenceya polîsan hatim. 41 rojan ez ji ber wê îşkenceyê çûm li nexweşxaneyê. Di Adara vê salê de ji bo em qert ji girtiyan re bişinin diçûn saziya me û di rê de min qezayekî trafîkê derbas kir. Saetekî ez li erdê mam. 2 meh û 15 roj in ez li nexweşxaneyê mam. Ji serê xwe jî aciz im. Her roj diçim li cem bijîşk.”

Etîket: Dayikên AştiyêJiyanRewşan DonerTêkoşîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

29 COTMEH 2026
Dayikên Aştiyê dê serdana partiyên siyasî bikin

Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Serok re hevdîtinê pêk bînin

28 COTMEH 2026
Egîd Akgun jiyana xwe bi daxwaza aştî û azadiyê honand

Egîd Akgun jiyana xwe bi daxwaza aştî û azadiyê honand

28 COTMEH 2026
Otomatik taslak

Rengîn Karabûlût: Divê girtiyên siyasî beşdarî jiyana civakî bibin

24 COTMEH 2026
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

Platforma Şiyar Be: Em ê bi hev re Farqînê biparêzin

17 COTMEH 2026
Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne