Enqere – Rojnameger Erdogan Pejder Altan anî ziman ku li Enqereyê xirakirina peymana agirbestê ya di navbera Amerîka û Îranê de ji Tirkiye û Sûriyeyê re peyamek bû û wiha got: “Ji Şara û Tirkiyeyê re gotin, li dijî Hizbûlaha Libnanê leşkerên li ser erdê ji min re hewce ne û hûn ê vê yekê bikin.”
Lûtkeya 36emîn a NATOyê ku li Enqereyê pêk hat, di rojeve de ye. Di Lûtkeya NATOyê de yek jî mijarên derketin pêş, xurtkirina sanayiya parastinê û mudaxelaya li dijî Îranê bû. Dema Lûtkeya NATO pêk dihat li dijî Îranê êrîş careke din dest pê kir û Serokê Amerîkayê Danold Trump li Enqereyê ragihand ku agirbesta bi Îranê re bi dawî bûye. Her wiha Trump di lûtkeyê de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan û Serokê hikûmeta demkî yê Şamê Ehmed El Şara re jî hevdîtin kir. Hevdîtina Trump bi Şara û Erdogan re jî li ser mudaxaleya li dijî Îranê û rewşa herême bû.
Ji aliyê din vê jî di serdemekê ku NATO amadekariya şerekî nû ango dîzayneke nû li Rojhilata Navîn dike de rewşa Kurdan dê çi bibe tê nîqaşkirin. Li Bakurê Kurdistanê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, li Rojava jî pêvajoya entegrasyonê berdewam dike. Li Başûrê Kurdistanê jî yek jê mijara sereke avakirina hikûmetê û yekkirina hezên peşmergeyeyê. Piştî ji nû vê destpêkirina êrîşên li dijî Îranê çavê raya giştî ya Kurdistanê jî li Rojhilatê Kurdistanê ye. Partiyên Kurd ku yekitiya xwe ragihandibûn helwesta xwe ya bê alîbûnê didomînin û piştî kûrbûna şer partiyên Kurd dê çi helwestê tevbigerin ji aliyê raya giştî vê jî ji nêz ve tê şopandin.
Rojnameger Erdogan Pejder Altan ku geşedanan ji nêz ve dişopînê têkildarî bandora lûtkeya NATOyê ya li ser Kurdistanê û rewşa entegrasyona di navbera Rojava û Sûriyeyê de ji ajansa me re re nirxand.
‘Xirakirina agirbesta bi Îranê re ji bo Tirkiye û Sûriyeyê peyamek bû’
Pejder Altan diyar kir ku peyama xirakirina agirbesta bi Îranê re ji Tirkiye û Sûriyeyê re peyamek bûye û wiha axivî: “Trump xirakirina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de li Enqereyê ragihand. Ew peyamek ji Tirkiye û Ehmed El Şara re bû. Ji ber Amerîka dixwaze Sûriye li dijî Hîzbullaha Lubnanê bixe nava şerekî. Heta niha ji ber bandora dewleta Tirk Ehmed El Şara qebûl nekir ku bi Hîzbullaha Lubnanê re bikeve nava şerekî. Ji ber wê jî ew peyamek bû. Her çiqas dewleta Tirk bi awayekî fermî piştgiriya Îranê nekiribû jî bi tevgerên xwe yên dîplomasî û tekiliyên bi Hizbullahê re piştgiriya xwe ya Îranê nîşan dide.”
‘Dixwazin Tirkiye û Sûriye li dijî Hîzbûllaha Libnanê bi kar bînin’

Di berdewama axaftina xwe de Pejder Altan bal kişand ser hevdîtina Ehmed El Şara bi Trump re û ev nirxandin kir: “Demekê dirêj e li Sûriyeyê krîzek heye. Hem bi Durzî, hem Elewî û hem jî ji Kurdan re bi Rêveberiya Xweser re heye. Çareseriyek çawa dê pêk bînin. Entegrasyona bi Kurdan re di çi astê de ye. Li ser vê yekê jî agahî bigirin û hişyariyan bidin. Hevdîtin li ser vê yekê bûye. Heke Şara li dijî Hîzbullaha Lubnanê şer neke dê aloziya heyî kûrtir bikin. Hem ji aliyê aborî hem jî di deriyên sînor de ew hevdîtin pêkhatiye. Hem di şerê li dijî Îranê de û hem jî di şerê li dijî Hîzbullaha Libnanê de xitimandin çêbûye. Hem hevdîtina bi Trump re û hem jî bi Şara re vê dide nîşandan. Ew şerê li dijî Îranê bi vî awayî berdewam bike xitimandin jî dê kurtir bibe. Diyar e ne Amerîka û ne jî Îsraîl li dijî Îran û Lubnanê li ser erdê leşkerên xwe bidin şerkirin. Ji bo wê jî jê re vekaletek hewceye. Şerê hewayî heta asteke dikarin bikin. Ji Şara û Erdogan re jî ew yek hatiye gotin; Tu yê bi me re bî yan ji Îranê re bî. Rakirina mijara ambargoyan jî vê yekê nîşan dide. Ji Şara û Tirkiyeyê re gotine li dijî Hizbûlaha Lubnanê leşkerên li ser erdê ji min re hewce ne û hûn ê vê yekê bikin. Heke hûn nekin dê bandora ambargoyê bibînin. Di pêşerojê de li Rojhilata Navîn karakterekî şer û tifaq wisa xuyayê dê derkeve holê.”
Pêvajoya entegrasyona Rojava û Sûriyeyê
Pejder Altan têkildarî pêvajoya entegrasyona li Rojava û Sûriyeyê bi lêv kir ku ji ber zextên dewleta Tirk hikûmeta Şamê pêvajoyê dirêj dike û wiha pê dê çû: “Dewleta Tirk talimat daye hikûmeta Şamê ku pêvajoya entegrasyonê dirêj bike. Xitimandin ango dirêjbûna pêvajoya entegrasyonê bi vê ve giredayiyê. Dewleta Tirk li bendê ye şerê di navbera Îsraîl û Îranê dê çi encaman bi xwe re bîne, li gor wê tevbigere. Ji ber ku dizanê piştî Îranê dor dê were wan. Ji bo wê jî hem li pêvajoya Bakur û hem jî pêvajoya Rojava dirêj dikin. Li ser eşiran û bi avakirina komên tarî li dijî Rêveberiya Xweser aloziyan kûrtir dikin. Tirsek dewleta Tirk jî heye. Yanî heke ew entegrasyona leşkerî û siyasî li Rojava temam bibe, artêş ava bibe, ji bo li dijî dewleta Tirk kar neke çiqas hejmara Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hene ji aliyê dewleta Tirk ve jî tê lêkolînkirin. Di mijara entegrasyonê de jî ji aliyê koçberan ve hîn pêşketin hene. Her wiha berdana dilgirtiyan jî berdewam dike. Di mijara ziman de nakokî hene û li dijî vê yekê xwepeşandan û çalakiyên gel berdewam dike. Ji aliyê sînoran ve jî deriyên Semalkayê û deriyê Nisebînê jî di rojeve de ye. Mijara petrolê jî çiqas dê li aliyê Rojava be û çiqas li aliyê Sûriyeyê be tê nîqaşkirin. Di mijara entegrasyona Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de jî nakokî hene. Şam vîna jinan qebûl nake. Di hevdîtina bi Trump re jî de ew mijar hatiye nîqaşkirin.”
Hevdîtinên Mazlûm Ebdî bi dewletên Ewropî re
Di dawiya axaftina xwe de Pejder Altan destnîşan kir ku hevdîtinên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mazlum Ebdî di çarçoveya entegrasyonê de bi dewletên Ewropî re hevdîtin kiriye. Yanî dewletên Ewropî çawa li mijara entegrasyonê dinêrin. Wê di asta xitimandinê de bê hiştin an jî derbarê mijarê de zexteke li hikûmeta Şamê bikin. Yanî destûra bingehîn dê çawa bibe. Mafên Kurd, Dûrzî, Elewî û pêkhateyên li Sûriyeyê çawa bê parastin. Di destûra bingehîn de ji bo federalî yan jî Rêveberiyeke Xweser tiştek neyê dayîn ew nakokiyên li Sûriyeyê çawa çareser bibe. Ji bo yekitiya Sûriyeyê ava bibe pêwîstî bi destûreke bingehîn ku hemû mafên gelan têde bê parastin, heye. Lê ew nayê kirin. Li ser bandora dewleta Tirk berovajî vê yekê li dijî Elewiyan komkujî tên kirin. Li dijî Durziyan jî zext hene. Diyar e naxwazin yekitiya Sûriyeyê pêk were. Di peymana 29ê Çileyê de jî bi vekirî hatiye gotin ku destûreke bingehîn divê bê amadekirin. Çûyîna Mazlûm Ebdî li Ewropayê jî di vê çarçoveyê de bû.”













