• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Doza 20 rojnamevanên Kurd ber bi qonaxa biryarê ve diçe

Navenda Nûçeyan / AW

9 TÎRMEH 2026 - 10:59
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Danişîna 11emîn a doza ku tê de 20 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ tên darizandin, li dadgeha Amedê pêk hat. Dadgehê piştî parastinan, dosya şand ji bo dozger da ku mutalaaya xwe amade bike û danişîn taloqî meha Mijdarê kir.

Danişîna 11emîn a doza ku tê de 20 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê yên kurd bi faliyetên xwe yên pîşeyî û bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ tên darizandin, li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê daxwazên parêzeran ên ji bo rakirina şertên kontrola edlî red kir û dosya ji bo amadekirina mutalaaya dawî şand ji dozger re.

Di nav kesên ku tên darizandin de rojnamevanên wekî Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş, Azîz Orûç, Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Mehmet Şahîn, Lezgîn Akdenîz, Sûat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Remziye Temel, Berîvan Karatoprak û Servet Yîgen cih digirin. Danişîna vê dozê li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.

Di danişîna 11emîn de, parêzerê rojnamevanan Resul Temur û rojnamevan Elîf Ungur di salonê de amade bûn. Her wiha nûnerên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) jî ji bo piştgiriyê şopandina danişînê kirin.

Parêzer Resûl Temûr di danişîni de diyar kir ku astengiyên li ser rojnamevanan wekî qedexeya derketina derve, faliyetên wan ên pîşeyî asteng dike û xwest ku ev şert werin rakirin.

Dadgehê danişîn taloqî meha Mijdarê kir

Şandeya dadgehê piştî guhdarîkirina parastinan, daxwaza rakirina kontrola edlî red kir û biryar da ku qedexeya derketina derve ya li ser rojnamevanan berdewam bike. Dadgehê, ji bo ku dozger mutalaaya xwe ya li ser esasa dozê yan nêrîna xwe ya dawî ya ji bo ceza yan jî beraatê pêşkêş bike, dosya radestî dozgeriyê kir.

Danişîna 12yemîn a dozê taloqî 10ê Mijdarê hat kirin. Tê payîn ku di danişîna bê de dozger mutalaaya xwe bixwîne û doz ber bi qonaxa biryarê ve biçe.

Paşxaneya dozê

Ev doz di 8ê Hezîrana 2022yan de bi serdegirtina mal û saziyên çapemeniyê yên li Amedê dest pê kir. Di encama operasyonê de 20 rojnamevan hatin binçavkirin û piştî 8 rojan, 16 ji wan hatin girtin. Rojnamevan zêdetirî salekê di girtîgehê de man bêyî ku îddîanameya wan bê amadekirin.

Di danişîna yekemîn a ku di Tîrmeha 2023yan de hat dîtin de, hemû rojnamevan bi şertê kontrola edlî qedexeya derketina derve hatin berdan. Di îddîanameyê de, bernameyên tv, nûçeyên hatine çêkirin, kamerayên weşanê û amûrên rojnamevaniyê wekî ‘delîlên tawanê’ hatine nîşandan.

Etîket: Çapemeniya Azaddoza rojnamegerên kurdragihandina azadRojnamegerên Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

8 TEBAX 2026
Hevserokên DEM Partiyê Paşînyan pîroz kirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Dev ji astengkirina çapemeniya Kurdî berdin

3 TÎRMEH 2026
‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

3 TÎRMEH 2026
Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

23 HEZÎRAN 2026
2 rojnameger hatin darizandin

Doza rojnamevan Abdurrahman Gok hat paşxistin

16 HEZÎRAN 2026
Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

6 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne