Amerîkayê ragihand ku Îranê êrîşî keştiyên bazirganiyê kiriye lewma wan li dijî Îranê gelek êrîşên xurt dane destpêkirin. Ji hêla din ve Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê jî ragihand ku wan wek bersiva êrîşan, li dijî 85 baregehên leşkerî yên Amerîkayê êrîş pêk anîne.
Navbera Amerîka û Îranê êrîşên beramber pêk hatin. Televîzyona Dewletê ya Îranê diyar kir ku li bajarê Bender Abbas û Sirikê ya nêzî Tengava Hurmuzê, dengên teqînan hatiye bihîstin.
Artêşa Amerîkayê jî daxuyanî da û îdîa kir ku Îranê keştiyên bazirganiyê hedef girtiye, lewma li dijî Îranê gelek êrîşên xurt daye destpêkirin. CENTCOMê diyar kir ku Hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li dijî Îranê ku ‘muretebata sivîlan hedef girtiye’, gelek êrîşên hewayî dane destpêkirin û wiha got: “Êrîşkariya Îranê ne di cih de ye, xeter û binpêkirina eşkere ya agirbestê ye.”
Weke bersiva êrîşên Amerîkayê, Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê jî diyar kir ku 85 nuqteyên leşkerî yên Amerîkayê hatine hedefgirtin û destnîşan kir ku balafireke bêmirov a MQ-9 ku hewl dida mudaxeleyî operasyonê bike, hatiye xistin û wiha got: “Artêşa Amerîkayê îro heta siharê li peravên Mahşehr û Eyaleta Hurmuzganê li dijî baregeh û stasyonên sivîl êrîşa hewayî pêk anî, agirbest bi eşkere bin pê kir û Peymana Îslamabad bin pê kir.”













