* Dayikên Aştiyê yên Êlihê bal kişandin ser şewitandina çekan ku 30 gerîlayan wek temsîlî pêk anîn û diyar kirin ku şewitandina çekan ji bo aştiyeke mayînde ye û wiha gotin: “Divê dewlet jî li gorî van gavên ku tevgerê avêtine gavan biavêje û qanûnên nû çêbike. Em dixwazin Serokê me li derve be û hemû cîhan lê guhdarî bike.”
* Welatiyên ku li TOKÎyên Oglakliyê dijîn ji ber pirsgirêkan bi gazinc in. Welatiyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên bang li saziyên berpirsiyar ên bajêr kirin.
* Lûtkeya 36emîn a NATOyê li Enqera paytexta Tirkiyeyê dê di roja duyemîn de berdewam bike.
* Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê dê bi dirûşma “Tecawizê nepejirînin, kiryaran neparêzin!” li navçeya Sêwrega Rihayê dê meş bê lidarxistin. (18:00)
Kirmanckî
* Problemê ke şarê Oglakli tede ciwîyêno, her roj binêna zêde benî. TOKÎ’yanê Oglaklî problemê binawanî û problemê şênanê TOKÎ roj be roj aver şonê û kes ci rê yew çare nêvêneno. Hemwelatîyê ke TOKÎyê Oglaklî de ciwîyênê, seba nê probleman wazenê ke yew çareserîye bêro viraştene û no semed ra veng danî dezgehanê bajarî.








