Enqere – Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal destnîşan kir ku astengkirina hevdîtina heyetê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rê li ber provakasyonan vedike û got: “Diyar e îtîrazên dewletê li ser pêşniyariyên Rêber Apo hene. Heke li gel Rêber Apo mutabakatek çênebe ew qanûn dê bibe pirsgirêkeke mezin.”
Ji merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk ber bi îro ve salek derbas bû. Di nav saleke de tevî li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Tevgera Azadiyê ve gavên dîrokî hatin avetin jî ji aliyê dewletê ve avetina gavên pêwîst weke çêkirina qanûnan tê dirêjkirin. Geşedanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û çêkirina çarçove qanûnê rojeva sereke ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Tê payîn ku piştî lutkeya NATOyê çarçove qanûn dê were rojeva meclise. Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê li ser çêkirina çarçove qanûn bi partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn û pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji partiyên siyasî re ragihand.
Rêveberiya KCKê jî hefteyê borî li ser çarçove qanûn daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bilî pêşniyarên wan negirin û muzakerê neyê kirin ew emrîwaqiyê qebûl nakin. Her wiha DEM Partiyê jî ragihand ku daxwaza hevdîtinê ya heyeta wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê bersiv tê hiştin û hevdîtin tê astengkirin. Ji aliyê din ve jî DEM Partiyê ragihand ku divê çarçove qanûn kategore neke û bi awayekî hevgirtî be amade kirin.
Ji aliyê din ve jî çavê raya giştî li Lutkeya NATOyê ye ku dê sibe li Enqereyê pêk were û 2 rojan bidome. Di Lutkeya NATOyê de dê çi rol û mîsyonê bidin Tirkiyeyê û dê bandoreke çawa li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û herême bike tê nîqaşkirin. Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal derbarê geşedanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û Lutkeya NATOyê be li darxistin de pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.
‘Di serî de divê azadiya Rêber Apo pêk were’
Remzî Kartal anî ziman ku ji bo aştiya neyînî derbasî aştiya erênî bibe pêwîstî bi qanûnên bingeha siyaseta demokratîk ava bike heye û wiha axivî: “Ji bo ew pêvajo bigehije encamê Rêber Apo dê koordîne bike. Yanî vegera ji Ewropa, vegera gerîlayan Rêber Apo dê koordînê bike. Dê çawa bike dê ekîbeke ava bike û bi heyeta dewletê re di nava diyaloge de koordîne bike. Heke wisa nebe gerîla nikare vegere. Gerîla dê Rêber Apo bawer bike û li gor wê gav biaveje. Bi hinceta PKKê gelek qedexe li pêş siyasetê danîbûn. Piştî PKKê xwe fesîh kir divê çarçovê qanûnek li ser esasê vêkirina pêşiya siyaseta demokratîk be çêkirin û gerîla jî werin tevlî siyaseta demokratîk bibin. Her wiha ji bo ew pêvajo bimeşe divê şert û mercên azad ên Rêber Apo bi cih werin. Rêber Apo Serokê PKKê ye. Çawa ji endamên PKKê re ji bo tevlîbûna siyaseta demokratîk qanûn bê çêkirin divê li ser vê esê şert û mercên azad ji bo Rêber Apo jî pêk were. Ew qanûna destpêke ye. Qanûna destpêke divê rê vêbike. Piştî qanûna destpêke gelek qanûn jî li gor wê dikarin bên çêkirin. Rêber Apo ji bo qanûna destpêke pênaseya şaneya bingehîn (Kok hucre) dibêje. Ji bo wê jî divê qanûna destpêke bawerî bide. Ji bo wê jî di serî de divê azadiya Rêber Apo pêk were. Endamên Rêxistinê jî tevlî siyaseta demokratîk û civakê bibin.”
‘Em nizanin dewletê çi bersiv daye Rêber Apo’
Di berdewama axaftina xwe de Remzî Kartal bal kişand ser astengkirina hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya dixwest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berî her tiştî xebatên vê pêvajoyê divê baweriyê bide endamên PKKê. Zêdetirî 45 roj in bi Rêber Apo re hevdîtin nehatiyê kirin. Dê li ser çarçove qanûn bi Rêber Apo re gotobêj bihata kirin. Di hevdîtina dawî ya 24ê Gulanê de Rêber Apo jî gotibû. AKPê dê pêşnûmeya xwe pêşkeşî Rêber Apo bikira, Rêber Apo jî dê nêrîna xwe bibêje. Li ser vê yekê dewlet jî dê pêşniyarên xwe yên dawî peşkeşî Rêber Apo bike. Rêber Apo di hevdîtinê de vêkirî dibêje; Ez ê van pêşniyaran ji hevalên xwe re parve bikim. Yanî li ser vegera gerîlayan nêrîna Rêber Apo negirin. Di navbera dewlet û Rêber Apo de nêrîneke hevbeş li ser vê yekê pêk neyê. Her wiha di navbera Rêber Apo û rêxistinê de çênebe dê veger dê çawa çêbibe. Ew zêdetirî 45 roj in bi Rêber Apo re hevdîtin nehatiyê kirin. Em nizanin ew nêrînên Rêber Apo ku pêşkeşî dewletê kiriyê re bersiva dewletê çi ye. Diyarê îtîrazên dewletê li ser pêşniyariyên Rêber Apo hene. Heke li gel Rêber Apo mutabakatek çênebe ew qanûn dê bibe pirsgirêkeke mezin. Rê vênake dê rê bigire. Heke hevdîtin pêk neyê, li hevkirin nebe û pêvajo bê dirêjkirin rê li ber zemîna provakasyonan jî vêdike. Him hezên tarî yên li hundir hem jî yên li dervê dikarin provakasyonan bikin. Heke Tirkiye vê pirsgirêke di nav xwe de çareser bike pêwîstiya wê bi dervê namînê. Heke pirsgirêka Kurd çareser bike dê pêşketineke mezin pêkbînê. Ji bo wê jî hinek hêz ji bo berjewendiyên xwe çareseriyê naxwazin. Ji bo wê jî dema pêvajo tê dirêjkirin ji provakasyonan re zemînê ava dike. Divê kesên aştiyê dixwazin li benda dewletê neminin û li her derê dengê xwe bilind bikin û zexte li dewletê bikin ku ew pêvajo neyê dirêjkirin.”
‘Em hevî dikin dewlet pêşniyarên Rêber Apo esas bigire’
Remzî Kartal bi bîr xist ku tevî salek ji ser merasîma şewitandina çekan derbas bûye jî ji aliyê dewletê ve gavên pêwîst nehatiyê avetin û wiha pê dê çû: “Çend roj şûn vê salvegera çek şewitandinê ye. Ew merasîm peyameke mezin bû ji hemû cîhanê re. Rêber Apo bi awayekî ji xwe bawer got ez amade me, ji bo çareseriyê ji çekan ji holê rakim. Piştî banga Rêber Apo Tevgera Azadiyê jî li ser vê esasê gavên pêwîst avetin. Çek şewitandin peyameke dîrokî bû. Tê wateya em amade ne ku êdî çek bikar neynin. Bersiva dewletê li hemberî vê hevî neda civakê. Ji ber ku ji bilî komisyona meclise tu gaveke berbiçav nehatiyê avêtin. Komîsyone li ser navê meclise xebatek meşand. Bi Rêber Apo re hevdîtin kirin û raporek jî amade kirin. Ew yek girîng e. Em dikarin bêjin înkar ji holê rabûyê dewlet bi awayekî fermî pirsgirêka Kurd binirxînê lê divê îmha jî ji holê rabe. Di vê saleke de dikarîn biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa pêk bînin. Ew gav beriya çêkirina qanûnan jî dikarin biavejin. Vê yekê bawerî dê bida civakê. Lê ew yek pêkneanîn. Rojava kirin hincet û piştrê Rojhilat kirin hincet û bi van rojevan re xwe mijul bikin. Êdî em hatin qonaxa dawî. Diyar e dê bimînin piştî Lutkeya NATOyê. Lê xalên vê çarçove qanûnê dê çi bibe em nizanin. Em hevî dikin dewlet pêşniyarên Rêber Apo esas bigire û li hevhatinek pêk were. Heke li hevhatinek bi Rêber Apo re pêk were dê pêşketinên mezin çêbibe.”
Daxuyaniya KCKê
Remzî Kartal daxuyaniya Rêveberiya KCKê ya derbarê çarçove qanûnê ku gotibû “Em ê emrîvakiyekê qebûl nakin” jî wiha nirxand: “Astengkirina hevdîtinên bi Rêber Apo re fikarên mezin çêdike. Taybet jî ji bo Rêveberiya Tevgera Azadiyê. Rêber Apo di hevdîtina dawî de gotibû em ê li ser çarçove qanûn bi heyeta dewletê re gotobêj bikin û encam çi be ez ê hevalên xwe re parve bikim. Lê ew yek pêk nehat. Zêdetirî 45 rojin bi Rêber Apo re hevdîtin nehatiyê kirin. Ji bo wê jî Rêveberiya Tevgera Azadiyê neçar man daxuyaniyeke bidin û fikarên xwe ji Raya Giştî re parve bike. Ji bo wê jî daxuyaniya KCKê bû bersiva daxwazên gelê Kurdistanê. Serok Apo her tim dibêje li benda dewletê nesekinin û xebatên xwe bimeşinin. Bila nebêjin dewlet gav biaveje em bixebitin. Na, em ê bixebitin û dewlet jî dê neçar bimînê gav biaveje. Divê em hemû beşên civakê rêxistin bikin û civakeke Demokratîk ava bikin.”
Lutkeya NATOyê
Remzî Kartal tekildarî Lutkeya NATOyê jî da zanîn ku li Ewropa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Burukselê çalakiyek jî li dar xistiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hezên NATOyê heta niha ji bo Kurdan tiştek erênî nekirine. Hezên NATOyê sedema vî şerî û pirsgirêka Kurd in. Li ser pirsgirêka Kurd jî heta niha siyaseta xwe meşandin. Hezên NATOyê bi vî şerî dewleta Tirk jî muhtacî xwe kirine. Piştî banga Rêber Apo jî gelek welatên Ewropa piştgiriya pêvajoyê kirin lê li ser erdê ji bo aştiyê roleke vekirî nelîstin. Di nav hezên NATOyê de jî hezên li dijî pêvajoyê hene. Îro Komîsyona Jinan a KNKê çalakiyek li pêşiya avahiya NATOyê pêk anîn û dosyayek jî peşkeş kirin ku NATO di vê lutkeyê de piştgiriya aştiyê bikin. Divê hezên aştîxwaz jî bi çalakiyan ji hezên NATOyê bixwazin ku piştgiriya pêvajoyê bikin.”












