• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Saziyên sivîl ên Semsûrê: Em ê piştgiriya tam bidin pêvajoyê

Semsûr / AW

6 TÎRMEH 2026 - 23:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Semsûrê bi baro, rêxistinên kedê, pîşeyî û platforma jinan re civiya. Rêxistinên sivîl saziyan piştgiriya xwe ya tam ji bo pêvajoyê diyar kirin û destnîşan kirin ku ew ê xebatên xwe berdewam bikin.

Civînên gel û saziyan ên DBPê ku bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin” hatine destpêkirin, li Semsûrê didomin. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar bi platformên ked û demokrasiyê, platformên jinan, odeyên pîşeyî, rêxistinên sivîl re hat civiya.

Hevserok Çîgdem Kiliçgun Uçar di civînê de axivî û bal kişand ser rewşa gerdûnî û polîtîkayên zextê yên dema dawî û wiha got: “Plana hilweşandinê ya 10 salan ku di serdemek nêz de li dijî Kurdan hat meşandin, li Tirkiyeyê sepanên antîdemokratîk û li Kurdistanê jî zext û şîdetê herî kûr kir. Tevî van hemû pêvajoyan jî em li ser piyan man. Niha em ê nîqaş bikin ku em ê çawa aştî û demokrasiyê ava bikin. Pêvajoya aştî û çareseriyê, meseleyeke ewqas dîrokî û giran e ku nayê hiştin tenê li ser rehmê dewlet û îktîdarê.”

‘Em dixwazin navê nûbûyînê em bixwe deynin’

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Gava mirov qala meseleyeke dîrokî dike, eger serek-muzakerakarê ku hûn di çareseriyê de wekî muhatab dibînin hîn jî di statuya girtî de were girtin, ev yek niyetê nîşan dide. Dabînkirina şert û mercên azad ên xebatê, gava herî girîng a aştiyê ye. Çekberdan û tercîhkirina siyaseta demokratîk ku gava herî mezin a çareseriyê ye, wekî şikandineke dîrokî ye. Çima niha em li ser qanûna derbasbûnê û mafên demokratîk nîqaş nakin? Mafên demokratîk û mîsogeriyên hiqûqî yên ku hêzên demokrasiyê daxwaz dikin, mafê tu kesî jê nastîne. Em di dema herî krîtîk de ne û em dixwazin navê vê nûbûnê em bixwe deynin.”

Rewşa Rojava û Rojhilata Navîn

Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku Kurdan bi hêza li Rojava bi dest xistine di nava Rojhilata Navîn de hebûna xwe mîsoger kirine û got: “Li Sûriyeya ku berê em bê nasname bûn, îro derfetên hevparîkirina mekanîzmayên rêveberiya dewletê hatine afirandin. Zexteke pir cidî ya civakî û rastiyeke Rojhilata Navîn heye ku daxwaza guhertina şêwaza têkiliya dewletê ya bi Kurdan re dike. Çavê her kesî li ser vê derê ye û em dixwazin piştî gava 27’ê Sibatê, asteke nû ya têkiliyan ava bikin.”

Ji baro, odeyên pîşeyî û platforman piştgiriya tam

Piştî axaftina Çîgdem Kiliçgun Uçar, nûnerên sazî û rêxistinan nêrînên xwe anîn ziman û pirsên xwe kirin. Serokê Baroya Semsûrê Sinan Dogan diyar kir ku dema pêvajo dest pê kir, wekî baro ketine nav fikaran ku dikarin çi bikin û got: “Ev pêvajo wekî mînakên li cîhanê bi rê ve neçû; berovajî wê pêşî çek hatin berdan û rêxistinê xwe fesih kir, piştre pêvajoya muzakerê dest pê kir. Lê hîn jî zemîneke tam li ser xeteke qanûnî nehatiye rûniştandin. Em wekî baro amade ne ku çi bikeve ser milê me bikin.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Semsûrê Mehmet Torunoglu jî destnîşan kir ku di civakeke ku aştî lê hebe de îstihdam pêş dikeve û ev tişt anî ziman: “Em piştgiriya vê pêvajoyê dikin û hêvî dikin ku ev pêvajoyê bi serbikeve”

 Nûnerê Platforma Jinan a Semsûrê jî diyar kir ku ji bo ku Tirkiyeyê bi hev re rakin ser piyan, bi hemû hêza xwe hewl didin werin cem hev û destnîşan kir ku piştgiriya wan ji bo vê pêvajoyê tam e.”

Bername piştî bersivandina pirsan bi dawî bû.

Etîket: civînHevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçarrêxstinên xivîlSemsûr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bîranîna şehîdan a li Semsûrê bi serdanan didome

Bîranîna şehîdan a li Semsûrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Ev ne şîn bû, peyama serkeftinê bû

Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dê li Semsûrê bên bibîranîn

7 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi awayekî awarte dicive

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

27 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şeybanî re civiyan

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şeybanî re civiyan

24 TEBAX 2026
Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

24 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne