Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji Amerîkayê daxwaz kir ku balafirên şer ên F-35 an motorên wan ji bo balafirên şer ên Tirkiyeyê yên ku li hundir hatine pêşxistin nefiroşe.
Netanyahu ji Amerîkayê daxwaz kir ku balafirên şer ên F-35 an motorên wan ji bo balafirên şer ên Tirkiyeyê yên ku li hundir hatine pêşxistin nefroşe Tirkiyê. Netanyahu got ku gaveke wisa dikare hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn xera bike.
Netenyahu di hevpeyvîneke Fox Newsê de got ku serdestiya hewayî ya Îsraîlê hêmanek sereke ye bo parastina aramiya herêmî û hişyarî da ku bidestxistina van alavên leşkerî ji hêla Enqerê ve dikare bandorê li ser vê hevsengiyê bike.













