• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Trump Kûpaya Cîhanê tevlîhev kir

Amed / AW

6 TÎRMEH 2026 - 17:51
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Di Kûpaya Cîhanê de rêzik û qaîde her tim zelal û teqez in.  Heke lîstikvanek karta sor bibîne, di maça bê de nikare dakeve qadê. Lê belê gava ku dor digihêje Donald Trump, qaîdeyên herî hişk ên futbolê jî di çavekî de serûbin dibin.

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump rasterast bi rêya telefonê destwerdan li Serokê FIFAyê Gianni Infantino kir, cezayê karta sor ê golkerê Amerîkî Folarin Balogun hat betalkirin. Ev gava paşdedavêtina radîkal a FIFAyê, di cîhana futbolê û medyaya dîjîtal de de bû sedema bertekên pir mezin û tinaziyan.

Di maça tûra 32an a Kûpaya Cîhanê de, Amerîkayê tîma Bosna Hersekê 2-0 têk biribû. Lê belê di dema maçê de, lîstikvanê Amerîkî Folarin Balogun ji ber destwerdana tund a li ser lingê Tarik Muharemovic, rasterast karta sor dîtibû. Bi vê biryarê re, Balogun ji bo maça girîng a tûra 16an a li dijî Belçîkayê cezadar bûbû.

Lê li pişt perdeyê hevkêşeyeke din dest pê kir. Trump bi telefonê pêwendî bi Serokê FIFAyê Infantino re deynand û piştî vê guftûgoyê, FIFAyê biryara xwe guhert û karta sor betal kir. Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: “Spas ji bo FIFAyê ku tiştê rast kir û neheqiyeke mezin ji holê rakir”

Ji Belçîkayê berteka tund

Ev biryara skandal herî zêde li Belçîkayê hêrsbûneke mezin derxist. Partiya Sosyalîst a opozîsyonê li Belçîkayê daxuyaniyeke pir tund weşand û diyar kir ku rûmeta FIFAyê hatiye binpêkirin: ” Kûpayeke Cîhanê ya ku pere û bandora siyasî tê de biryarê dide, hemû pêbaweriya xwe winda dike. Ji bo dilê Trump xweş bikin tewandina qaîdeyan, di rêya serkeftinê de serîlêdana hîleyê ye. Ev ji bo FIFA, Kûpaya Cîhanê û Amerîkayê dîmenek pir xemgîn e. Divê qaîde di sporê û jiyanê de ji bo her kesî wekhev bin.”

‘Divê FIFA li rex edaletê bisekine’

Li Ewropayê jî dengên nerazîbûnê bilind bûn. Endamê Parlamentoya Ewropayê û Rêberê Partiya Navend Rast a Frankofon, Yvan Verougstraete, daxuyand ku vê biryarê baweriya bi edaletê daxistiye asta sifirê û got: “Dema Trump dikeve dewrê, karta sor ji nişka ve wekî ‘neheqî’ tê pênasekirin. Ev bi rastî nayê bawerkirin. Divê FIFA li rex edaletê bisekine, ne ku nîşan bide ku serî li ber zextên siyasî ditewîne.”

Xwestin Serokê FIFAyê Gianni Infantino îstîfa bike

Her wiha li seranserê cîhanê, gelek futbolzanên navdar, lîstikvan û rahêneran bertekên tund nîşanî vê biryara FIFAyê dan. Di serî de alîgirên futbolê, gelek derdor û pispor daxwaz dikin ku Serokê FIFAyê Gianni Infantino demildest ji wezîfeya xwe îstifa bike.

Etîket: Donald TrumpkirKûpa Cîhanêtevlîhev
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di hilbijartinên DYAyê de pêla şîn: Senato û Meclis ket destê Demokratan

Di hilbijartinên DYAyê de pêla şîn: Senato û Meclis ket destê Demokratan

4 MIJDAR 2026
Hilbijartinên Amerîkayê: Zexta li ser Trump zêde ye lê encam nediyar e

Hilbijartinên Amerîkayê: Zexta li ser Trump zêde ye lê encam nediyar e

2 MIJDAR 2026
‘Îsraîl ji bo valakirina Xezayê li benda biryara Trump e’

‘Îsraîl ji bo valakirina Xezayê li benda biryara Trump e’

4 ÎLON 2026
Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

20 TEBAX 2026
Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

11 TEBAX 2026
Netanyahu plana Trump red kir

Netanyahu plana Trump red kir

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne