• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hiqûqnasên Kurd: Armanc naskirina hiqûqa Kurdan e

Mansur Kuyumcu – Sipan Batmaz / AW

6 TÎRMEH 2026 - 09:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Beşdar û delegeyên Konferansa Hiqûqnasên Kurd li ser statuya gelê Kurd û rola hiqûqê ya di nexşerêya aştiyê de axivîn û destnîşan kirin ku armanca wan ew e ‘Hiqûqa Kurdan’ bi awayekî kolektîf were naskirin.

Li Amedê Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk bi dirûşma ‘Ji bo Azadî, Statu û Aştiya Hiqûqa Demokratîk’ li Eywana Konferansê ya Çand Amedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat li darxistin, du rojan dom kir. Konferans ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ve hat birêvebirin. Di konferansê de serokên baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê, rêveberên saziyên hiqûqê û mafên mirovan, gelek parêzer û her wiha rêveberên DEM Partiyê yên hiqûqnas amade bûn.

Gotarvanên konferansê hiqûqnas û parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Hiqûqnas Veysî Eskî û Hiqûqnas Ûmût Yilmaz hûrguliyên konferansê ji ajansa me re nirxandin.

‘Em hewl didin qadeke hiqûqê ya demokratîk ava bikin’

Di nirxandinên destpêkê yên konferansê de, hiqûqnas û parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan anî ziman ku ev konferans rasterast bi pêvajoya aştî û lêgerîna statuyê ya Kurdan ve girêdayî ye û pirsên ku bûne sedema kombûna hiqûqnasên Kurd wiha rêz kir: “Statuya Kurdan wê çi be? Wê gelê Kurd çawa xwe di nava dewletê û civakê de ava bike? Û wek hiqûqnasên Kurd, berpirsyariya me di vê rewşê de çi ye? Em çi pêşniyar dikin?”

Newroz Ûysal bal kişand ser girîngiya hiqûqê di nexşerêya aştiyê de û wiha got: “Ji ber ku îro di pêvajoyê de nîqaşên herî sereke li ser zagon û hiqûqê dimeşin,em hewl didin qadeke hiqûqê ya demokratîk ava bikin.”

‘Em ê rêya muzekareyan xweş bikin’

Hiqûqnas Veysî Eskî jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwazin bi vê konferansê, her du alî wekhev bin û bikaribin bi rehetî daxwazên xwe bînin ziman û ev tişt anî ziman: “27ê Sibatê bangewaziyeke Birêz Ocalan çêbû da ku PKK xwe fesih bike û di vê çarçoveyê de li meclîsê komîsyonek hat avakirin û vê komîsyonê raporek pêşkêş kir. Piştî wê raporê eger qanûna çarçove derkeve û muzakere bi du aliyan bimeşe, lazim e her du alî jî li ser vê qanûnê fikrên xwe bînin ziman, em ê rêya vê xweş bikin. ”

Her wiha Veysî Eskî teqez kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi yasayekê çareser nabe û armanca wan ew e ku ‘Hiqûqa Kurdan bi awayekî kolektîf were naskirin.’

‘Em dixwazin pêvoja aştiyê xurttir bibe’

Herî dawî Hiqûqnas Ûmût Yilmaz jî diyar kir ku ev 10 sal zêdetir e êrîş li ser hemû qadan heye û qada hiqûqê jî nesîbê xwe ji van êrîşan girtiye û destnîşan kir ku dixwazin di warê hiqûqê de tesîra êrîşan ji holê rabikin û ev tişt vegot: “Em dixwazin di aliyê hiqûqê de encamekê ji bo Kurdan û guhartina makezagonê derxin holê da ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk xurtir bibe.”

Etîket: hiqûqnasên KurdNewroz UysalNewroz Uysal AslanÛmût YilmazVeysî Eskî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş bîranîn hate lidarxistin

Ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş bîranîn hate lidarxistin

2 ÎLON 2026
Parlamenter Newroz Ûysal nûçeyên ajansa me ji wezaretan pirsî

Parlamenter Newroz Ûysal nûçeyên ajansa me ji wezaretan pirsî

1 ÎLON 2026

Bîranîna Geverê: Şehîd xwedî exlaq û sekin bûn

27 TEBAX 2026
Derbarê rijandina petrolê ya gundê Dêra de pêşniyarpirs hat dayîn 

Derbarê rijandina petrolê ya gundê Dêra de pêşniyarpirs hat dayîn 

12 TEBAX 2026
Hevdîtinên Qanûna Çarçoveyî: Divê qanûn bê sererastkirin

Hevdîtinên Qanûna Çarçoveyî: Divê qanûn bê sererastkirin

8 TEBAX 2026
DEM Partiyê rapora girtîgehan li Behra Reş eşkere kir

DEM Partiyê rapora girtîgehan li Behra Reş eşkere kir

1 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne